DBP'ê têkildarê 27'ê Sibatê daxuyanî da

  • 12:30 27 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP'ê bi minasebeta salvegera yekemîn banga "Aştî û Civaka Demokratîk" daxuyanî da û wiha got: "Mayindebûna pêvajoyê bi bicihanîna mercên azadiyê yên Rêber Apo ve girêdayî ye.
 
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi boneya salvegera yekemîn a banga dîrokî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:
 
“Rojhilata Navîn a ku sed sal in ji aliyê hêzên netew-dewlet ve bi hesabên jeopolîtîk sînorên wê bi feraseta yekperestiyê tê xêzkirin, di vê serdemê de jî di qonaxeke dîrokî de derbas dibe. Erdnîgariya ku sed sal in, ji bawerî, çand û nasnameyên gelan re wargehî kiriye, ji ber polîtîkayên dagirkerî û înkarê li ber banga erdhêjeke nû ye.
 
Di pêvajoyeke bi vî rengî de, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, ne tenê ji bo çareseriyê pirsgirêka Kurd, di heman demê de ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û Tirkiyê jî perspektîfeke stratejîk pêşkeş dike. Banga ku hat kirin, li hember siyaseta şer siyaseta demokratîk esas digre, avakirina peymana demokratîk a civakî armanc dike. Di vî warî de wek firsendeke dîrokî xwedî cihekî girîng e.
 
Li ser vê bangê salek derbas bû. Di salekî de, biryara çek şewitandinê û xwe kişandina derveyî sînor a PKK’ê, îrade û biryardariya çareseriyê derxist holê. Bi pêvajoya ku rageşiya herêmî û kurewî her ku diçe kûr dibe de, ev helwest, ji bo pêşeroja aştiyê gaveke stratejîk û dîrokî ye. Her wiha, Manîfestoya Civaka Demokratîk, perspektîfa Komara Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk li gel gelê Kurd, ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî nexşerêyeke berfireh derdixe pêş. Ji bo ev nêzîkatê li ser bingeheke erênî bimeşe û civakî bibe, herî pêş; divê azadiya pêşengê vê pêvajoyê birêz Ocalan pêk bê û bingeha lêgerînên çareseriya demokratîk bi hêztir bibe.
 
Lê, mixabin li hemberî vê îradeyê, heya niha ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve tu gavên ku wê veguhestina demokratîk pêk bîne, nehatin avêtin. Rapora ku ji aliyê Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê hat parvekirin jî bi naveroka xwe ve ji perspektîfa çareseriyê dûr ma.
 
Rewşa ku îro tê jiyîn jî vê nakokiyê bi awayekî şênber radixe li ber çavan. Destilatdarî û dewlet di gotinê de li ser ‘aştî û çareseriyê’ disekine, lê di warê hiqûqî, siyasî û makezagonî de pratîkeke erênî nameşîne. Em baş dizanin ku; aştî, li ser bingeheke wekhev, azad û demokratîk mumkun e. Divê çareserî wek taktîkeke siyasî neyê dîtin, divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê qebûlkirin.
 
Di salvegera banga 27’ê Sibatê de em car din diyar dikin ku; ji bo gavên ku hatin avêtin mayînde bibin û ji bo baweriya civakî bihêz bibe divê pratîkên şênber bikevin meriyetê. Divê astengiyên siyasî û hiqûqî ji holê rabin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, rêveberiyên herêmî bê bihêzkirin û reformên ku wê aştiya civakî mayînde bike bikevin meriyetê.
 
Wek Partiya Herêmên Demokratîk, em vê baweriyê de nin ku; aştî ji bo berjewendiya tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê jî em bang li desthilatdarî û dewletê dikin ku; li hember îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan gavên erênî biavêjin, mesafeya navbera gotin û pratîka xwe de bidawî bikin û ji bo lihevkirina civakî bikevin nav li û tevgerê.
 
Firsendên dîrokî an bi wêrektiyê tên bikaranîn an jî bi berdilên giran encam dibin. Îradeya ji bo çareseriyê diyar e. Ji bo pêvajo bisazîbibe û bi encam bibe, berpirsyarî êdî li ser milê dewlet û desthilatdariyê ye. Pêvajoya avakirina civakî, tekane temînate pêşeroja me ya hevpar e.”