Li Başûr 4 jin hatin qetilkirin

  • 14:11 26 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber hişmendiya mêrsalar, îsal jî li Başûrê Kurdistanê qetilkirin û tundiya li dijî jinan didome. Tenê ji destpêka vê salê ve çar jin hatine qetilkirin û şeş jinan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li Başûrê Kurdistanê diyardeya qetilkirina jinan, weke nîşaneyek ji hişmendiya mêrsalar, ji ber sedemên cûr bi cûr di civakê de berdewam dike û hikûmet, dadgeh, rêxistin, sazî ji ber bêxemî û xemsariyê nekarîn pêşî li vê diyardeya metirsîdar bigirin.
 
Li gorî daneyên mehane yên ajansa Rojnews’ê ji destpêka îsal ve li Başûrê Kurdistanê çar jin hatine qetilkirin û şeş jinan jî bi gûman jiyana xwe ji dest dane. Par, li hemû bajarên Herêma Kurdistanê 51 jin hatine qetilkirin.
 
Çanda mêrsalar û dadgeh bi hev re di bin fermanên xwe de bûne otorîter û dixwazin jinan ji qada civakî dûr bixin.
 
Rola rêxistinên jinan
 
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 400 rêxistinên jinan û parêzvanên mafên jinan hene. Çalakvanên jin berê ji bo rêxistinkirina civak û malbatan têkoşînên bêhempa kirine û di saziyên hikûmetê û partiyên siyasî de bandor li wan bûye. Lêbelê, îro, ji ber dabeşbûna wan di nav reng û partiyên siyasî de, wan nekarîne helwestek cidî li dijî tundiya li dijî jinan bigirin. Li şûna ku wekî parêzvanên rastîn yên jinan xuya bikin, ew bûne amûrên siyasî.
 
Ji ber hewldanên hikûmetê yên veşartina dane û dozên qetilkirina jinan, bêxemiya dadgehan û xemsariya rêxistin û saziyan, ev diyardeya kirêt berdewam dike û heta niha pêşî lê ne hatiye girtin.