DEM Partî û Heyeta Îmraliyê wê 27’ê Sibatê de daxuyaniyê bidin
- 20:19 24 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Hevserokên DEM Partî û endamên Heyeta Îmraliyê, wê di 27'ê Sibatê de daxuyaniyekê bidin. Tê payîn ku di daxuyaniyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan a der barê pêvajoyê de jî were xwendin.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tevî endamên Heyeta Îmraliyê, bi wesîleya salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk wê di 27'ê Sibatê de civîna çapemeniyê li dar bixin. Civîn dê li Enqereyê saet di 11:00'an de dest pê bike û wê peyama nû ya Abdullah Ocalan a der barê pêvajoyê were xwendin.
Hate diyarkirin ku dê di bernameyê de pêvajoya salekê û mijara "tiştên ku divê di qonaxa duyemîn de werin kirin" ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de qal kiribû, bê nirxandin.
Herwiha tê payîn ku dê ji saziyên demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbît, nivîskar û rojnamegeran gelek vexwendî beşdarî vê daxuyaniyê bibin.







