Li 8 bajarên Rojava wê meş werin lidarxistin

  • 11:10 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Rojava wê li 8 bajaran ji bo roja Berxwedana Rojava (1`ê Sibatê), yekitiya gelê Kurd û daxwaza misogerkirina mafên gelê Kurd meşan organîze bikin.
 
Li Rojavayê Kurdistanê wê şêniyên bajarê Qamişlo, Amûde, Girke Legê, Dêrik, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Zirgan meş werin birêxistinkirin.
 
Li bajarê Qamişlo wê meş saet: 10:30 ji çerxereya Sonî, li Amûdê wê saet 11:00 ji qada Jina Azad, li Zirganê saet: 11:30 ji pêşiya navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Girke Legê saet 11:30 ji qada Şehîd Xebat û li Dêrikê saet 12:00 ji qada Azadî dest pê bikin.
 
Her wiha şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî wê saet 10:00 ji qada Jina Azad dest bi meşê bikin, şêniyên Hesekê jî wê saet 13:00 ji çerxereya Kevokê û yên Til Temir di heman saetê de li gel çerxereya başûrê Til Temir mitîngê birêxistin bikin.