Dayikên Aştiyê: Divê Gelê Kurd bibe yek
- 12:30 31 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Dayikên Aştiyê ku bi berdewamî di pêşengiya çalakiyên hevgirtinê yên bi Rojava re bûne, diyar kirin ku divê gelê Kurd bibe yek.
Çalakiyên li navçeya Pirsûsê ya RIHA'yê di çarçoveya hevgirtinê de bi Rojava re berdewam dikin. Dayikên Aştiyê ku beşdarî her çalakiyê dibin, bi dengekî bilind hewcedariya bidawîanîna şer û xwînrijandinê radigihînin.
Dayikên Aştiyê ku me hevpeyvîn bi wan re kirin, tekez kirin ku jin û zarok di şer de bêtir mexdûr dibin û diyar kirin ku divê gelê Kurd ji bo pêşîgirtina li tiştê bibe yek.







