'Dorpêçkirina Rojava binpêkirina qanûnên navneteweyî ye'

  • 09:25 31 Çile 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Derbarê êriş û dorpêçkirina Rojava de endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Berîvan Zerîn da zanîn ku tiştên tên jiyîn di çarçoveya Peymana Mafê Zarokan, Peymana Cenevre û Statuya Romayê de binpêkirina maf û sûcê şere û wiha got: “Riyên hiqûqî ne girtîne, daraza gerdunî dikare pêk bê.”
 
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê ji 6’ê  yên li Helebê destpêkirin piştre li hember Rojava hatin destpêkirin û didomin. Di êrîşan de gelê sivîl tê qetilkirin û li aliyê din hewcedariyên wek xurek û derman jî tên astengkirin. Bertekên li dijî êrîşan li her çar alî cîhanê didome.
 
Endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê parêzer Berîvan Zerîn der barê binpêkirinên mafan û zarokên ji sermayê jiyana xwe ji dest didin de axivî.
 
‘Peyman hatin binpêkirin’
 
Berîvan Zerîn destnîşan kir ku li Rojava zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin û got ev di alî hiqûqa mirovahî ya navneteweyî de binpêkirineke girane û wiha domand: “Di pevçûnên çedarî de parastina sivîlan û zarokan rêgeza esas e. Di bin şertên dagirkirinê de astengkirina hewcedariyan û di encama vê de binpêkirina parastina zarokan û sivîlan nayê qebûlkirin. Ev çalakiyên wisa di çarçoveya peymanên Cenevre û protokolan de wek pêkanên dijmirovahî tê nirxandin. Her wiha li wir pirsgirêka xwenegîhandina hewcedariyên jiyanê pirsgirêkek cidiye.”
 
Berîvan Zerîn diyar kir ku li herêmê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û astengkirina alîkariya tibî, mafê tenduristiyê, bandorek psîkolojîk û fîzîkî li ser zarokan kiriye. Berîvan Zerîn wiha domand: “Di alî starbûnê de zarok ji hawirên biewle, germ û tendurist bêpar mane. Ev rewş li dijî peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye.”
 
‘Bêdengiya navneteweyî hevkariya sûc e’
 
Berîvan Zerîn di berdewamiyê de wiha got: “Bêdengiya civaka naventeweyî  nîqaşên hiqûqî û ahlaqî bixwe re aniye. Dema sûcên şer dibin mijara gotinê, berpirsyariya saziyên navneteweyî û dewletan heye ku pêşî li vê bigire. Lê bêdengî û  bêbandorî dibin sedema rexneyên cidî. Bêdengî hevkariya sûce. Tên jiyîn di çarçoveya Peymana Mafê Zarokan, Peymana Cenevre û Statuya Romayê de binpêkirina maf û sûcê şere. Riyên hiqûqî ne girtîne, daraza gerdunî dikare pêk bê.”