Kurd li London û Manchesterê li ser piyan e: Em li ber xwe didin
- 23:18 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên bi dirûşma “Defend Rojava" li Londonê li hev civiyan, bal kişandin ser peymanê û gotin, "Dema ku cîhan çavên xwe digire, gelê Kurd bedelê dide. Em bawer nakin, em li ber xwe didin." Li Manchesterê jî banga hevgirtinê hat kirin.
Li Londonê Kurdistanî di çarçoveya çalakiyên “Defend Rojava" de li ber Nûnertiya Sûriyeyê li Kolana Belgrave kom bûn.
Xwepêşandana ku enternasyonalîst jî beşdarbûn de bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di xwepêşandanê de, sirûd hatin gotin û dirûşmeyên ”Terora cîhadîst biciheme”, "Terorîst Colanî", "Terorîst HTŞ" û “Shame on you” berz kirin. Girseyê alên YPG, YPJ û Kurdistanê hilgirtin, pankart û dovîzên ku sûcên şer ên HTŞ’ê eşkere dikin hilgirtin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ewilî axivî û diyar kir ku ciwanên Kurdistanê û gelê Kurdistanê tu carî li hember terorîstên cîhadîst, dagirker û torên xiyanetê serî natewînin û got: "Berxwedana me wê li dijî van êrîşên hovane bidome. Rojava li ber xwe dide, Kurdistan li ber xwe dide, ciwanên Kurdistanê li ber xwe dide."
Zanyarê ji Başûrê Kurdistanê mamoste Muşîr Gelalî jî di xwepêşandanê de axivî. Muşîr Gelalî ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dua xwend û diyar kir ku ev çeteyên ku êrîşî Rojava dikin, di bin navê 'Îslamê' de barbariyê dikin û cewheriya aştiyane yê Îslamê qirêj dikin.
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Seyid Pirsûs û Nejla Arî axivîn û bal kişandin ser peymana di navbera QSD û hikûmeta Şamê de. Nûneran tekez kirin ku gelê Kurdistanê baweriya xwe bi vê peymanê nayne û gotin, "Em ê bi van peymanan neyên xapandin û em ê dev ji berxwedanê bernedin. Em ê her roj li kolanan bin; heta ku gavên şênber bên avêtin em ê dengê xwe bilind bikin. Kurd yekgirtî ne û wê Rojava azad bikin."
Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" berdewam kir.
Manchester
Li Manchesterê jî li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandan hat lidarxistin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ber Zanîngeha Manchesterê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Piştî daxuyaniyê, girse ber bi Şaredariya Manchesterê ve meşiya.
Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, bi pêşengiya Colanî li Sûriyeyê berfireh dibin. Hat bibîrxistin ku hêz bajaran wêran dikin, girtiyên DAIŞ’ê berdidin û civakên cûrbecûr, bi taybetî Kurdan hedef digirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye careke din wekî sala 2014’an ji bo komên cîhadîst zemînek diafirîne û hat diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê tehdîd e.
Çalakî bi banga piştgiriyê ji bo gelê Rojava û YPG û YPJ’ê bi dawî bû.







