Heyva Sora Kurd a Rojava banga mezinkirina alîkariyê kir

  • 11:27 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd li Rojava ji bo alîkariya mirovî ya ji bo Rojava spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir û got ku alîkarî û piştevanî êşa koçberan sivik dike.
 
Di çarçoveya seferberiya neteweyî ya ji bo Rojava de alîkariya mirovî û piştgiriya neteweyî jî xurt dibe. Heyva Sor a Kurd a li Rojava ji ber alîkarî û piştevaniya mirovî spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir. Heyva Sor a Kurd li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek bi vîdeo belav kir û spasiya hemû Kurdistaniyan kir û banga mezinkirina piştevaniyê kir.
 
Peyama Heyva Sor a Kurd bi vî rengî ye:
 
“Di van rewşên mirovî yên karesatbar û lezgîn ên li Rojava de, Heyva Sor a Kurd spasiya xwe ya kûr pêşkêşî Heyva Sor a Kurdistanê dike, ji bo bersiva wan a lazgîn ji bo dabînkirina alîkariya mirovî ji bo koçberên li Rojava. Ev piştgiriya berdewam hevgirtina mirovî û berpirsiyariya hevpar a li hember êşa sivîlan nîşan dide. Ev alîkarî rasterast êş û jan û bandora neyînî ya li ser koçberian sivik dike. Ev piştevanî û alîkariya mirovî di van şert û mercên dijwar ên ku bi hezaran malbat pê re rû bi rû dimînin dibe derman.”