Li gelek bajaran êriş hatin şermezarkirin
- 21:51 21 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene, Mêrsîn, Enqere, Wan û Manîsayê bi çalakiyên cuda êrişên li hemberî Rojava hat şermezarkirin.
Bertekên li hemberî êrişên li ser Rojava li Edene, Mêrsîn, Enqere Wan û Manîsayê bi çalakiyên cuda berdewam kir.
Edene
Bi banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê bi sedan kes li taxa Belediyeevleriyê ya navçeya Ceyhan a Edeneyê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Tevî dorpêç û astengiyên polîsan jî girseyê pankarta "Rojava xeta me ye sor e!" vekir û dirûşmên wekî "Gelê Kurd bêdeng nebû, Rojava parast", "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava wê ji DAIŞ'ê re bibe gor" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Dû re daxuyanî hat dayîn.
Mêrsîn
Di bin serokatiya Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê de xwepêşandanên li dijî êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ'ê û çeteyên ku Tirkiye piştgirî dike bê navber berdewam dike. Îro li Taxa Şahîn Tepe ya navçeya Yenîşehîrê gelek welatî hatin cem hev. Li gel dorpêçkirina polîsan jî kesên ku li hev civiyan gelek caran dirûşmên wekî "Bijî berxwedana Rojava ye", "YPG gel e, rastî li vir e", "Rojava wê bibe goristana DAIŞ'ê", "Kurd bi ruhê seferberiyê li ser piyan in" qîr kirin. Di dema dorpêçkirinê de bi sirûda Rojava dengê xwe bilind kir.
Manîsa
Gelek kes bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Gaffar Okan a navçeya Salihliyê ya Manîsayê kom bû. Girseyê pankartên “Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye. Teslîm nayê girtin” vekirin, dema xwest dest bi meşê bike, ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.
Girseyê ku li hemberî astengiyê nerazîbûn nîşan da, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye” astengiya polîsan şermezar kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Salihliyê Abdurahman Akdemîr daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Enqere
Girseya ku îro di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Metroya Kolej kom bû û li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî wê meşiyan Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) jî beşdarî çalakiyê bûn.
Girseya ku hewl da barîkatan bişkîne, piştî demekê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dû re daxuyanî hat dayîn.
Dema ku daxuyaniya çapemeniyê dihat dayîn, li deriyê Parka Kurtuluşê ku nêzî 100 metre dûrî qada girseyî lê bû, komek xwest êrişê girseyê bike.
Wan
Li Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), konvoyek ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava li kolanên herî qerebalix ên bajêr, Mereş, 2 Nîsan û Cumhuriyetê protesto kirin. Konvoyê, bi sirûda şoreşgerî ya Rojava û lêdana korneyan, “Bijî berxwedana Rojava” qîr kir. Konvoyê du saetan dom kir û welatiyên derdorê jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan konvoyê.







