Sozdar Dêrik: Em ji berxwedanê re amade ne
- 18:50 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPJ û QS'ê li gel gelê Kobanê li bajarê Kobanê biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê dubare kirin û ji bo piştgiriyê bang li ciwanan kirin.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Kobanê li Qada Jin a Azad bi beşdariya gel daxuyaniyek dan.
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Sozdar Dêrik daxuyanî da û got, "Ey gelê Kobanê yê welatparêz, em ji berxwedanê re amade ne."
Sozdar Dêrik anî ziman ku weke şervanên azadiyê di serî de ciwanên li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê li Ewropa bi taybetî jî li Kobanê kirine ku piştgiriyê bidin gelên xwe.
Dêrik destnîşan kir ku bi yekîtî û piştevaniyê ew ê karibin dijminên xwe têk bibin û got, "Bi rastî Jî me heta roja îro dijminên xwe şikand."







