Rojnameger Niyan Rad: Li Îranê êdî veger tuneye
- 09:03 11 Çile 2026
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Rojnameger Niyad Rad geşedanên li Îran û Rojhilata Navîn nirxand û got: “Li Îranê ji ber şert baş nabin êdî veger tuneye. Piştî berxwedana ‘jin jiyan azadî’ bawerî guherî. Komara Îslamî têk çûye, mirov êdî li alî guherînê ne.”
Li Îran û Rojhilat di salên dawî de çalakiyên rû dane, ne tenê der barê krîza aborî de wek îfadeya îtîraza li dijî bêdadî, zext, xespkirina azadiyan teşe dibe. Bi taybet hêrsa ku bi berxwedana ‘jin jiyan azadî’ ya bi pêşengiya jinan pêş ket û li kolanan belav bû, dîwarên tirsê bezand û ket qonaxke têkoşînê ya nû.
Çalakiyên ev du heftene didomin, li 31 bajar 111 navçe û 348 bajarokî belav bû. Li gorî ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) 5 jê zarok herî kêm 34 çalakger hatine qetilkirin û 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin.
Rojnameger Niyad Rad geşedanên li Îran û Rojhilat ji JINNEWS’ê re nirxand.
Niyad Rad daxuyakirin piştî çalakiyên 2022’yan şûnde bi civakê re guherînên mezin hatine jiyîn û got: “Ev çalakî wek şoreşa jinê bûn. Van çalakiyan ne tenê bi hikûmetê re bi malbat, çand û civaka Îranê re guherîn ferz kir. Yek ji destkeftiya herî mezin a van çalakiyan ev bû ‘ji serî girtina jinan re na’ , ‘ji baviksalarî re na’ bû. Berê jî li Rojhilatê Kurdistanê jin di qadên cuda de çalak bûn, lê piştî çalakiyan di mijara çalakî û mafê jinan de pêş ketin. Em dikarin bêjin ku jin bûn sedema destpêkirina şoreşa entelektuel.”
‘Daxwaza esas azadî jiyanek mirovahî ye’
Niyan Rad anî ziman ku berxwedan her tim parçeyek Rojhilatê Kurdistanê bû û got: “Ev têkoşîn her tim hebû lê piştî çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ şûnde gihişt formek cuda. Vê berxwedanê xwe di nifşê nû de jî nîşan da. Daxwaza esas a civakê jiyaneke azad û mirovahiye.”
‘Jin li her derê pêşengên civakê ne’
Niyad Rad balkişadin ser jinên berxwedêr û daxuyakirin ku yên li dijî her cureyê zext, girtin, êrîşan dadikevin kolanan jin in û wiha berdewam kir: “Jin bertek nîşanê qanûnên newekheviyê didin. Jin li dijî qanûnên wekê destberdan, zewicandin, qetilkirina jinan, namûsê didin. Têkoşîna xwe dimeşînin û daxwazan tînin ziman. Krîza aborî beşeke çalakiyên Îranê ava dike. Bêguman dîktaroriya Îranê ji çalakiyên gel cuda nayê fikirîn. Ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê û Belucîtsanê cudaye. Jin ne tenê li malê û kolanê, li zindanan jî pêşengên civakê ne. Pexşan Ezîzî, Zeynep Celaliyan, Şerîfe Muhammedî, Werîşe Muradî. Jin ji kolanan heta zindana berxwedanê mezin dikin.”
Niyad Rad wiha berdewam kir: “Piştî berxwedanên 2022’an nayê zanîn çend kesî jiyana xwe ji dest dane. Daneyên cuda hene. Gelek kes şehîd ketin. Li aliyê din jî her roj girtiyek hat darvekirin. Biryarên darvekirinê hatin dayîn. Cezayên giran hatin dayîn. Di her berxwedanê rejîm tolê ji sivîlan digire.Hinek malbat hîna nizanin cenazeyên zarokên wan li ku derê ne.”
‘Komara Îslamî têk çûye’
Niyan Rad destnîşan kir ku li Îranê li dijî jinan zayendperestiyek bi kat serdest e û ji ber vê jî ji bo jin li vê erdnîgariyê di şertên mirovahî de bijîn divê çand û civak, qanûn biguherin. Niyad Rad wiha anî ziman: “Li Îranê ji ber şert baş nabin êdî veger tuneye. Piştî berxwedana ‘jin jiyan azadî’ bawerî guherî. Komara Îslamî têk çûye, mirov êdî li alî guherînê ne. Yekane hêviya civakê li alî guherîn rejîmê ye. Gel ji bo azadiya xwe di têkoşînê de bi israrin.”







