Di mîtînga li Enqerê de ji bo berxwedana Helebê piştevanî
- 12:36 10 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Jinên Kurd ên ku beşdarî mîtînga Enqerê bûn, berxwedana Helebê silav kirin û hevgirtina xwe bi gel û jinan re ragihandin.
Li Enqerê "Mîtînga Mezin a Jinan ji bo Maf, Jiyan û Azadiya Me" pêk tê, ku ji hêla 37 rêxistinên jinan ve bi hev re tê xwestin.
Jinên ji Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê serê sibê gihîştin Enqerê li ber Îstasyona Metroyê ya AKM'ê kom bûn.
Bi hezaran jin ber bi Qada Tandogan ve meşiyan ku mîtînga mafên wan lê dihat lidarxistin meşiyan.
Çalakvanên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê, ku cihê xwe di meşa mîtîngê de girtin, bal kişandin ser êrîşên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û diyar kirin ku ew berxwedanê silav dikin û li kêleka gel û jinan radiwestin.
Jinên Kurd teqez kirin ku ew li qadan li her derê daxwaza aştiyê dikin.







