Li Îranê dîwarê tirsê hilweşiya: Guherîn ferz e
- 09:03 10 Çile 2026
- Rojane
Dîlan Babat
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîvan Şaho da zanîn ku rejîma Îslamî ya Îranê ne tenê di alî aborî de di qadên ewlehî û edaleta civakî de jî hilweşînên mezin afirandiye û got guherîn ferz e.
Li Îran û Rojhilat di salên dawî de çalakiyên rû dane, ne tenê der barê krîza aborî de wek îfadeya îtîraza li dijî bêdadî, zext, xespkirina azadiyan teşe dibe. Bi taybet hêrsa ku bi berxwedana ‘jin jiyan azadî’ ya bi pêşengiya jinan pêş ket û li kolanan belav bû, dîwarên tirsê bezand û ket qonaxke têkoşînê ya nû.
Rojnameger Berîvan Şaho, geşdanên li Îran û Rojhilat nirxand.
‘Gel daxwazên xwe tînin ziman’
Berîvan Şaho da zanîn ku ji roja rejîma Îslamî hatiye heta niha û heta breiya wan jî gel li dijî dijhiqûqiyan di hişyariyê de bûne û got: “Ev demek dirêje rewşeke neqebûlkirinê heye. Bêdadî û dijhiqûqiyên berê dihatin jiyîn piştî rejîma Îslamî hîn bêtir zêde bûn.Gel êdî zextên rejîmê qebûl nake. Pirsgirêkên ku rejîmê afirandine bi aboriyê sînor nîne, zor û zehmetiyên meizn yên di qada edaleta civakî, ewlehî û gelekên din de afirand. Gel xwe ewle hîs nake. Gel êdî dibêje tehemula me nemaye, em vê qebûl nakin. Yanî dibêjin heta çareserî pêk neyê wê têkoşîn bidome.”
‘Têkoşîn li dora jinan teşe dibe’
Berîvan Şaho di berdewamiyê de wiha vegot: “Bi xwepêşendanên salên dawî re tirsa gel a li dijî rejîmê kêm bûye.Gel rejîmê qebûl nake.Rejîmê bi salan bi zindan, darvekirin, binçavkirin û îşkenceyê tirsand. Lê gel êdî natirse. Têkoşîna 10 salên dawî ev nîşanê me da. Li Îranê berxwedan û têkoşîn gihiştiye astek din.Gel di daxwaz û armancên xwe de bi israr e. Ev neqebûlkirin bi felsefeya jin jiyan azadî hîn bêtir pêş ket û mezin bû. Têkoşîn li dora jinan bi teşe dibe.”
‘Her berxwedanek xwedî rengekî ye’
Berîvan Şaho destnîşankir ku berxwedana jinan daye destpêkirin li dijî pergala serdest ya mêr, sermayedar, patriyarkal û rejîma Îslamî ya Îranê ye.Ev berxwedaneke li dijî rejîm û dewleta mêr e. Em hemû bi taybetî û teşeyên berxwedana xwe li qadan bûn. Berxwedana di 2022’an de destpêkir heta îro berdewam kir. Her berxwedanek xwedî rengekî cuda bû. Her berxwedaneke ku jinan dabû destpêkirin taybetiyek wê ya cuda hebû. Jinan reng û karekterê xwe da çalakiyên li Îran û Rojhilat.”
‘Li Îranê çalakî pêkanîn wek xwe bavêjî agir e’
Berîvan Şaho li ser çalakiyên niha berdewam dikin sekinî û wiha dirêjî dayê: “Gelê Îranê tu car li dijî dijhiqûqiyan bêdeng nema. Jinan berê çawa di çalakiyan de dengê xwe bilind kirin Îro jî heman seknê nîşan didin. Gel li dijî zextên rejîma îslamî berxwedanê didomîne. Li Îranê pêkanîna çalakiyan wekê ku xwe bavêjî agir e. Tevî vê gelê Îran û Rojhilat tu carê şûnde gav navêt.”
‘Ji bîlî zextan tu tiştek nekir’
Berîvan Şaho axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ji bo guherînê divê rejîma Îslamî ya Îranê van daxwazan bîne cih. Ji ber gel êdî naxwaze wisa bijî. Du rê li ber rejîmê hene. Ya yekemîn divê guherîneke giştî û mayînde bike. Çareseriyên hiqûqî pêk bîne. Divê rejîma Îslamî biguhere.Gel jiyanek demokratîk dixwaze. Rejîma Îranê heta îro ji bilî zextan tu tiştek neafirand. Dema mirov li Îranê dinêrin dewlemend xuya dike. Ger ev rejîm tunbe wê gel di alî aborî de rabin ser piyan. Em behsa welatekî ku dikare li ser piyan bisekine dikin. Lê em dinêrin îro mirov nikarin nan bibînin û jiyana xwe bidomînin.Civaka Îranê ji zindiye û ji veguherînê re vekiriye.”







