Daxwaza hevpar a dayikan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
- 09:02 10 Çile 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Jinan bal kişandin ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê mijara azadiya kesekî ye. Mifteya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Em dixwazin serokatiya me azad be û bi awayekî azad siyasetê bike. Em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan û azadiya fîzîkî pêk bê.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûde pêvajoyeke nû li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kir. Vê bangê bi gel re hêvî afirand. Aliyê pêvajoya aştiyê Abdullah Ocalan ji 1999’an heta niha li Îmraliyê girtiye û yek ji daxwazên esas a gelê Kurd jî azadiya Abdullah Ocalan e.
Jinan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
‘Aştî û demokrasî bi gavên wêrek pêkan e’
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Cizîrê Fîlîz Acu balkişand ser pêvajoya ji 27’ê Sibatê heta niha didome û wiha domand: “Vê pêvajoyê bi civakê re bendewarî afirandibe jî hîna hikûmetê gavek şênber navêtiye. Çareseriya pêvajoyê bi gavên şênber, zelal û zemîneke ku îradeyê nas dike, pêkan e. Di heman demê de aştî û çareseriya demokratîk ne bi gotinê, bi gavên şênber û wêrek pêkan e.”
‘Azadiya Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye’
Fîlîz Acu di berdewamiyê de wiha got: “Abdullah Ocalan bi salan e di mijara Kurd de muxatab hatiye girtin û yekane aktorê çareseriyê ye. Ger ku bi rastî aştî û çareseriyek bê hedefkirin, divê ewil tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Azadiya fîzîkî pirsgirêkek nikare bê taloqkirinê ye. Azadiya Abdullah Ocalan ne mijara azadiya kesekî ye, mijfteya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.”
‘Tevî pêvajoyê dorpêç didome’
Hevseroka Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) a Cizîrê Aynur Elçîoglu jî diyar kir ku ev salek e wek partî pêvajoyê dişopînin û ji destpêka pêvajoyê de, li taxan pêvajoyê ji gel re vedibêjin. Aynur Elçîoglu wiha pê de çû: “Dema banga 27’ê Sibatê hat kirin gel pir bi bandor bû. Piştre bi gavên PKK’ê pêvajoyê berdewam kir. Em hemû bi bandor bûn. Piştî biryara feshkirina PKK’ê dayikekê gotibû ‘wê zarokên me êdî li kolanan jî nikaribin bimeşin.’ Vê gotinê gelek bandor li min kir. Gelê Kurd pêvajoyê dişopîne. Niha hevdîtin tên kirin lê em dibînin tevî pêvajoyê hîna dora me ji aliyê polîsan ve tê dorpêçkirin. Ev rewş jî bandorê li gel dike. Her kes dibêje ev zext çiye. Me ji bo her sê jinên li Sîlopiyê hatibûn qetilkirin meşek pêk anî. lê dora me girtin. Destûr nedan meşa me. Ev jî bandorek neyînî li ser gel dike. Madem pêvajo heye ev zext çima tên kirin.”
‘Divê ji bo azadiya fîzîkî gav bên avêtin’
Aynur Elçîoglu destnîşan kir ku gelê Kurd edalet û azadiya serokatiya xwe dixwaze û wiha bidawî kir: “Azadiya Birêz Ocalan azadiya me hemûyan e. Divê wek hemû gelan gelê Kurd jî bi serokatiya xwe re ligel hev be. Yê ku aştî û wekheviyê bîne Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo pêvajoyê gelek gav avêt. Lê ji bo azadiya Birêz Ocalan gaveke ku hatiye avêtin tuneye. Em dixwazin azadiya serokatiya me pêk bê.”
‘Neavêtina gavan me ditirsîne’
Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr jî wiha got: “Tevî Abdullah Ocalan û PKK’ê ji bo aştiyê gavên girîng avêtin jî hîna ji aliyê dewletê ve gav nehatiye avêtin. Abdulllah Ocala li alî aştiyê ye. Ji bo aştiyê gavên girîng avêt. Lê ji ber dewlet gavê navêje em ditirsin. Em dibêjin gelo dîsa me dixapînin. Bi Birêz Ocalan û gerîlayan baweriya me bêdawî ye. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Em azadiya fîzîkî ya serokê xwe dixwazin. Em li dijî şer in. Em aştiyê dixwazin.”







