Peyama Werîşe Muradî ji bo Kobanê

  • 13:46 1 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya Siyasî Werîşe Muradî, di peyama ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê de got: “Kobanê cihê heqîqeta mirovî ye. Ew ji ezmûnê derbas bûye . Jin li wê derê ne li dijî paşverûtiyê, li dijî pergala ku bi sed salan e îradeya wan red dike sekinîn.”
 
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ji girtîgehê peyamek weşand.
 
Werîşe Muradî, di peyama xwe de wateya berxwedana Kobanê ji nû ve nirxand û bajar weke "Ji erdnîgariyê wêdetir, meydana pêkanîna azadî û îradeya jinan" bi nav kir. Werîşe Muradî da zanîn ku Kobanê tenê weke qada şer nabîne, di heman demê de weke dika azadî û zihnyeta kolektîf dinirxîne.
 
Peyama Werîşe Muradî wiha ye:
 
“Kobanê di erdnîgariyê de ne xalek e, meydanek e ku heqîqeta miorv lê ji ezmûn derbas bûye ye. Jin li wê derê ne tenê li dijî paşverûtiyê, li dijî pergala ku bi sed salan e îradeya wan red dike sekinîn. Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin, jinan wateyek nû bi jiyanê dan qezenckirin. Tiştên li Kobanê hatin jiyîn, ne tenê berxwedana bajarek bû, tevgerek di asta kûrewî de bû. Ev jî ji îradeya hişyar a civakê.
 
Di wê destanê de, em bûn şahid ku li Girê Miştenûr, endama Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Arîn Mîrkan bi cesaretek mezin û ji bo parastina hevalên xwe çawa canê xwe feda kir. Dema çeteyên DAIŞ’ê wê çeper dagir bikirana, ji bo paşvekişandina hevalên xwe û bikaribe berxwedanê bidomîne, xwe feda kir. Navê Arîn Mîrkan ji wê demê ve bûye sembola biryardariya berxwendana jinan, îradeya nayê şikandin û parastina jiyan û azadiyê dike. Li her cihê ku jin ji bo mafên xwe û yên din têdikoşin, ji bo rêwîtiya ruhê wê bidomînin, bûye çavkaniya îlhamê.
 
Kobanê ji bo min xala werçerxê ye. Têkoşîna wê demê ne tenê ji bo xakê, ji bo hebûnek bû. Di nava wê ahengê de, li çiyayan, kolanan, di çavên jinên li vê xakê de hê didome. Min li Kobanê şer kir, ji bo parastina mirovahiyê, pêwist bû li dijî terorîzma DAIŞ’ê peşverûtiyê bihata sikinîn.    
 
Îro li her cihê ku jin li dijî serwerî, cudakarî û biçûkxistinê disekinin, Kobanê ji nû ve derdikeve. Ên ku wê rojê ava kirine, berpirsyariya mezin a me hemûyan e; ruhê berxwedanê ne tenê di hiş de divê di çalakiyên kolektîf de em biparêzin. Ji ber jiyana azad û bi nirx girîng e ji nû ve were zindîkirin. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bi bîranîna bi hezaran ên ev vê riyê vekirin re, em şopdarên vê riyê ne.”