
Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan
- 12:39 13 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûya Navnetewî, ji bo girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzayan da destpêkirin.
Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Efûya Navnetewî, di 9 mehên 2025’an de li Îranê hejmara darvekirinan li gorî sala 2024’an ku wek 972 darvekirin hatibû qeydkirin zêdetir bûye, di 15 salên dawî de gihîştiye asta herî bilind.
Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku piştî êrîşên Îsraîlê, Îranê lez daye darvekirinên bi sûcdariya ‘havkarî’ û ‘sîxuirî’, bi taybetî jî aktivîstên Kurd û jinan dike hedef. Amnesty ragihand ku ji bo rewşa Pexşan Ezîzî ‘pêwîstî bi mudaxeleya lezgîn heye.
Rêxistinê ji bo ku cezayê darvekirinê li Îranê bi temamî were rakirin, bang li civaka navnetewî kir.
Di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ve hatî destpêkirin de, daxaznameyek ku xîtabî Serokê Hêza Daraza Îranê dike de hatiye amadekirin de. Amnesty daxwaz dike ku hemû planên ku derbarê înfazkirina Paxşan Ezîzî de tên kirin, bi lezgîn werin sekinandin. Amnesty got ku her wiha divê biryara girtinê ya derbarê wê de were xirabkirin û Pexşan Ezîzî bê şert were berdan.
Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku divê Pexşan Ezîzî heta were berdan, mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê, hevdîtina bi rêk û pêk a bi parêzeran re were mîsogerkirin. Amnesty xwest îdeayên îşkence û nêzîkatiyên xirab bi awayek serbixwe werin lêpirsînkirin.