Li dijî zextên mêran piştevaniya jinan xurt dibe

  • 09:05 3 Cotmeh 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê gorî rapora der barê tundî û rêbazên têkoşînê ya li dijî tundiyê hatiye amadekirin de, derket holê ku jin tundiyê pir caran wek tundî nabînin. Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn diyar kir ku li dijî zextên mêran piştevaniya jinan her diçe xurt dibe.
 
Bi pêşengiya Yekitiya Şaredariyên Başurê Rojhilatê Anatolyayê (GABB), bi şaredariya DEM Partî ya Artuklu û Şaredariya Nisêbînê re rapora  der barê tundî û rêbazên têkoşînê ya li dijî tundiyê hatiye amadekirin. Rapor hat amadekirin hat weşandin û li gorî daneyên raporê beşeke mezin a jinan tundiyê wek tundî pênase nake. Li gorî xebata SAMER’ê piranî jin ji ber zextên mêran bêdeng dimînin, bi awayekî azad naxivin û her wiha çavkaniya pirsgirêk û debarê jî wek tundî derket pêş.
 
Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn der barê rapora hatiye amadekirin de axivî.
 
Gulbîn Şahîn da zanîn ku li Mêrdînê  polîtîkayên şerê taybte tundiyê derdixe holê û got: “Ev saleke me der barê tundiyê de û tundî dikare çawa bê qedandin xebat meşand. Berê  ji ber destê me de nexşerêyeke der barê tundiyê de tunebû, me xwest em çavkaniyê fêr bibin.  Di vê esasê de me bi SAMER’ê re li Nisêbîn, Artuklu û Qoserê xebat meşandin. Me li navçeyên ku nifûsa wan herî zêde ye nexşerêya tundiyê derxist. Di xebata SAMER’ê de derket holê ku jin pir caran tundiyê wek tûndî nabînin û vê wek teşeyê jiyanê dibînin. Jinan ji bo pirsa "tu tundiyê dibînî" bersiva ‘na’ dan û piştre bi pirsên hatinpirsîn derket holê ku tundî çawa di jiyana wan de bicih bûye.
 
Deklerasyona hevpar û lêgerîna çareseriyê
 
Gulbîn Şahîn destnîşanir ku xebat bi baldarî û berfirehî meşandine û got: “Me li sê navçeyan xebat meşand. Me modelek ku li hemû Mêrdînê dikare belav bibe ava kir. Me deklerasyon bi rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl re weşand. Em ê li dijî tundiyê di lêgerîna çareseriyê de bin.”
 
‘Navendên jinan ji aliyê qeyûman ve hatin girtin’
 
Gulbîn Şahîn der barê rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê tên meşandin û wiha got: “Dema hevdîtinan de di alî xwegîhandina jinan de astengî hebûn. Hebûna mêran pir caran axaftina jinan asteng kir. Jinên mêr li gel wan bûn qet neaxivîn û bersivên li gorî mêran dan. Jinên mêr li gel wan tunebûn, jinên perwerde dîtibûn bersivên wêrek dan. Sedema pirsgirêkên aboriyê çavkaniyên tundiyê nîşan dan. Xizanî raste rast girêdayê tundiye. Em ji bo jinan di gelek qadan de xebatan dimeşînin. Ji 2012’yan heta niha me stargeh, malên jiyanê ya jinan, navendên jinan û kopleskên sporê yên jinan vekir. Lê di 2016’an de bi hatina qeyûman re hatin girtin.”
 
Bi piştevaniya jinê re ji nûve avakirin
 
Gulbîn Şahîn diyar kir ku xebatên der barê jinan her tim ji aliyê desthilatdariyê ve tê astengkirin û got: “Destê me de tenê navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinan ma. Li vir me yekîneyên psîkojîk û hiqûqî, qurs ava kirin. Her wiha me xeta Alo Tundî xist dewrê. Lê li herêma Kurdistanê jin bi polîtîkayên tirsandinê ji saziyan tên durxistin. Ji ber vê jî em neçar dimînin mal bi mal xebatan bimeşînin. Hiqûqnas û psîkologên me bi jinan re hevdîtinan dikin. Piştgiriyê didinê, xeta tundiyê didin nasîn.”