Jinên Şengalê: Em dev ji Şengalê bernadin

  • 09:59 24 Îlon 2025
  • Rojane
Faraşîn Mervan 
 
ŞENGAL - Di van demên dawî de di nav Şengalê de liv û tevger her wiha sewqiyatên leşkeriyê artêşa Iraqê zêde bûn e di heman demê de jî serokê demkiyê Sûrî gef li Şengalê xwariye. Jinên Şengalê ji ber sewqiyatên leşkeriyê artêşa Iraqê û gefên li ser Şengalê nerazîbûn nîşandan û gotin: "Hêza me heye ka dewleta Iraqê heya niha ji me re çi kiriye?"
 
Hikûmeta Bexda, Hewlêr, Enqere û Şamê, li hemberî Şengalê polîtîkayên xwe yên taybet didomînin. Ji meha Nîsanê heya niha li hemberî Şengalê liv û tevgera Arteşa Iraqê bê navber didomin. Xelkê Şengalê bertekên xwe li hemberî polîtîkayên ku li dijî Şengalê tê meşandin nîşandan. 
 
Jinên Şengalê bal kişandin ser xweparastina Şengalê û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Hikumeta Iraqê çi ji me dixwaze?'  
 
Endama Meclîsa xwesera Şengalê Nafiya Şengal ji ber liv û tevgera leşkerî her wiha sewqiyatên cebilxane yê dawî a artêşa Iraqê li Şengalê nerazîbûn nîşanda û got: "Îro em nizanin Hikumeta Iraqê çi ji me dixwaze, yek ji wan jî heya niha ji bo gelê Êzîdî biparêz e tiştek nekirine. Ewqas keç û xortên me yê êzîdî ketin destê DAIŞ'ê, hemûya pişta xwe dan me û çûn. Yên ku li ber xwedan, şehîd bûn keç û xortê parezvanên axa xwe bûn. Di wexta herî teng de şagirtên Serok Apo bi hawara me êzîdiya ve hatin, em vê tiştê tu carî ji bîr nakin. Niha keç û xortên êzîdiya rabûne serxwe, hêza me heye, asayîşa me heye, YJŞ û YBŞ’a me heye."
 
‘Em dev ji Şengalê bernadin’
 
Her wiha Nafiya Şengal da diyar kirin ku dema fermana 2014'an li Şengalê hat pêkanîn, revandin, kuştin û qetlîam pêkhatin lê tu hikumetek xwedî li civakê derneket, niha çi dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha tu heqê hikumeta Iraqê li ser me nîne, çi ji me dixwazin, tiştek nema ku bi serê me de anîn. Heya DAIŞ di Şengalê de bû yek mirov jî nehat negot, ka çi bi êzidiya hat. Di nav me êzidiya de tu pirsgirek nîne. Lê ew dixwazin di nav me de pirsgirêka derbixin û di nav me de bê tifaqiyê ava bikin. Dixwazin keç û xortê me yê ku di rêya Tawîsê Melek de xwîna xwe rijandine bikin nav zehmetiya. Niha rêîsê Sûrî gef li Şengalê xwar û dibêje ‘Şengal wa em hatin e we.' Bila serokê Sûrî gefa bixwe lê bila vê baş zanibe, ji xeynî hêza me hemû jin û xortên êzîdî fêrî xwe parastinê bûn e. Em ne miletê Şengalê yê berê ne. Em wek berê serî ji tu kesî re jî danaynin, carek din rev jî nîne. Heya çiyayê Şengalê ji me re ne be goristan, em dev ji Şengalê bernadin. Em pişta keç û xortê xwe û hêza xwe ne. Em hene, em ne wek berê ne."
 
‘Pişta xwe nedin tu hêzek din' 
 
Nafîya Şengal bang li civaka êzîdî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga min ji gelê me re bila êdî pişta xwe nedin tu hêzekî, bila pişta xwe bi tu kesî germ nekin. Bila gelê me pişta xwe bide hêza xwe. Ger dema fermana sala 2014’a ev hêza me hebûna niha ewqas qetlîam, revandin çênedibûn. Keçên me yê êzîdî yê ku DAIŞ'ê birin, hê jî wenda ne, bi hezara xortê me serê wan hat jê kirin. Bila gelê me wan rojên ku goştê zarokên wan bi wan dan xwarin ji bîr nekin. Yê ku fermanê ji bîr bike yê ola xwe bîr û baweriya xwe jî ji bîr bike. Bila miletê me vê baş nas bike. Ev kîne, çine û çikirin e."
 
‘Hêza me palpişta me keç û xortê me ne’
 
Jina bi navê Henîf Xanesora ku endama Meclîsa Xweser a Şengalê ye, diyar kirin ku ewqas bi hijmarek zêde di nav bajar de liv û tevgera artêşa Iraqê tirsê di nav gel de ava dike û wiha bi lêv kir: "Hebûn û tevgera artêşa Iraqê ya di nav bajêr de tirsek di nav gel de dide ava kirin. Ger mijar girtina sînorê Iraqê be lê çi karê wan di nav bajar de di nav kolanên navçeya de heye. Hêza me bi xwe heye, asayişa me heye em naxwazin Artêşa Iraqê di nav bajarê me de hebe. Di fermanê de ev hêz çekên me ji me girtin û reviyan ferman serê me de hat. Niha jî hatine di bajarê me de sewqiyatê xwe yê leşkerî dikin. Em li dijî vê tiştê ne. Em wek jinên Êzîdî nerazîne ji vê yek ê. Hêza me û palpişta me keç û xortê me hene, em dixwazin hêza me bi xwe di nav Şengalê de hebe ne hêzek din."