Ji bo Rojîn Kabaîş pankart: Rojîn li ku derê ye?

  • 18:47 23 Îlon 2025
  • Rojane
WAN –  Kordînasyona Têkoşîna li dijî Tundiyê di çarçoveya kampanyaya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ pankarta ku wêneyê Rojîn Kabaîş  û nivîsa ‘Çi bi Rojînê hat? Em ji bo Rojînê dimeşin’ lê bû li kolana herî qelebalix a Wanê daliqand.
 
Li Wanê Kordînasyona Têkoşîna li dijî Tundiyê ku  di nav de Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan Star û 13 rêxistin û komîsyonên jinan hebûn hat avakirin. Kordînasyonê hefteya borî kampanya ‘ji bo jiyan û jiyankirinê em xwe rêxistin dikin’ dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de çalakiya ewil pê hat. 
 
Kordînasyona Têkoşîna li dijî Tundiyê di çarçoveya kampanyaya ‘em ji bo jiyan û jiyankirinê xwe rêxistin dikin’ pankarta ku wêneyê Rojîn Kabaîş ku li Wanê bi guman winda bû û jiyana xwe ji dest daye û nivîsa ‘Çi bi Rojînê hat? Em ji bo Rojînê dimeşin’ lê bû li kolana herî qelebalix a Wanê daliqand. Di pankartê de hat diyarkirin ku wê 27’ê îlonê saet di 18.00’an de ji ber AVM ya Wanê berbi Kent Meydani meşê pêk bînin.