
Şandeya jinan bi Rêxistina Efûya Navneteweyî re civiya
- 14:59 21 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re civiya da ku binpêkirinên berdewam ên li dijî Sûriyeyê, bi taybetî jinan û rêbazên belgekirina wan nîqaş kir.
Hevdîtinên şandeya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê didomin. Duh şandeya jinan a ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Almanya Berlînê bi endamên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re civînek girîng li dar xist.
Herdu aliyan li ser binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê ji serdema rejîma Partiya Bees heta roja îro, desthilatdariya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li paytexta Şamê, nîqaş kirin.
Binpêkirin û kiryarên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin
Nîqaşa di navbera endamên Rêxistina Efûya Navneteweyî û şandeya jinan de bi taybetî li ser binpêkirinên li dijî civakên Elewî û Durzî her wiha binpêkirinên giran ên li dijî jinan, di nav de kuştin, tecawiz û revandin sekinî. Şandeyê tekezî li ser pêwistiya belgekirina van sûcan kir da ku edalet û hesabpirsîn pêk were.
Hewcedarî bi avakirina mekanîzmayên bi bandor heye
Her wiha di civînê de girîngiya avakirina mekanîzmayeke bi bandor ji bo hevkariyê û çalakiyên hevbeş di navbera rêxistinên mafên mirovan ên li herêmê û Rêxistina Efûya Navneteweyî de, bi armanca xurtkirina hewldanên çavdêrî, belgekirin û parêzvaniyê ji bo mafên mirovan li Sûriyeyê, hat destnîşankirin.