Li Çiyayê Şengalê Kampa Xwebûn

  • 11:21 17 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di kampa Xwebûn a perwerdeyê ya li çiyayên Şengalê de, jinên ciwan bi fêrbûna Jineolojiyê nasnameyên xwe xurt dikin û hişmendiya xwe ya parastina xwe û rêxistinbûna kolektîf xurt dikin.
 
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî (YJCŞ) û Komîteya Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê, kampa perwerdeyê ya bi navê “Xwebûn” li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi dawî bû. Di merasîma girtina dewreyê de, endamên çand û hunerê yên Sitîya Nexşa hunerên xwe pêşkêş kirin.
 
Di kampê de gelek jinên ciwan beşdar bûn û dersên jineolojiyê, xwerêxistinkirinê, xweparastinê, etîk û estetîkê wergirtin. Jinên ciwan ên beşdar, ji ajansa NûJINHA'yê re axivîn û gotin: “Bi riya perwerdeyê, em xwe nas dikin û zanabûna jinan qezenc dikin.” Wan her wiha bal kişand ser xeteriya pergalên ku hewl didin jinên ciwan ji cewherê wan dûr bixin, û girîngiya xwerêxistinkirin û xweparastinê destnîşan kirin.