
Hevşaredarên Jin li Pasûrê bi esnaf û jinan re hatin cem hev
- 16:05 16 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê û hevşaredarên navçeyan, bi boneya 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinîn” de, serdana navçeya Pasurê kirin. Di serdanê de hem pirsgirêkên esnafan hatin guhdarîkirin hem jî bi jinan re hevdîtin hatin kirin.
Serdana esnafan
Di vê serdanê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ligel wê havşaredarên navçeyên Amedê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Aysel Baran, Safiye Akdag, Semra Akyuz, Fatma Ay, Dîlek Diyar Ozer, Sevîm Bîçîcî, Mizgîn Ekîn, Fatma Gulan Onkol, Leyla Ayaz, Bîrsen Azak Bayar û Roza Altindag beşdar bûn. Wan li navenda navçeyê esnaf yek bi yek ziyaret kirin. Di serdanan de pirsgirêkên heyî yên esnafan û hêviyên wan ji rêveberiyên herêmî hatin nîqaşkirin. Hevşaredaran derbarê xebatên ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dikarin bên kirin de agahî parve kirin.
Hevdîtina bi jinên li gundê Textê
Piştî serdana esnafan, hevşaredar çûn gundê Textê ku girêdayî navçeya Pasurê ye û li wir bi jinan re civiyan. Di vê hevdîtinê de, ji hevşaredar tev amade bûn û mijarên wekî tundiya li ser jinan, mafên jinan û beşdarbûna jinan di jiyana aborî de hatin axaftin. Li ser pirsgirêkên jinên dezavantaj û hêviyên wan ji şaredariyan danûstandina fikran hate kirin.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku ev serdan beşek ji kampanyayê ye ku armanc dike bi polîtîkayên jinan, bi taybetî siyaseta jinan a li herêmê bi rê ve bibe. Hevşaredaan destnîşan kir ku xebatên bi vî rengî ji bo ku hewcedariyên jinan rasterast bên fêmkirin û ji bo pirsgirêkan çareseriyên bi bandor bên hilberandin gelekî girîng in.