SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatin kuştin

  • 16:17 13 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê ragihdnd ku hejmara kesên di bûyerên li Siwêdayê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 38 kesan. Di nav wan de sivîl, zarok û jin hene.
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara kesên di bûyerên Siwêdayê de jiyana xwe ji dest dane ragihand. Li gor daneyên SOHR'ê heya niha, jin û zarok jî di nav de, 2 hezar û 38 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Duh êvarê, tîmên Heyva Sorê, yek jê jin cenazeyên heft kesên di meha Tîrmehê de hatine kuştin, li gundê Lahasa li gundewarê bakurê Siwêdayê dîtin. 
 
SOHR'ê jî rgihand ku hêzên hikûmeta veguhêz 5 kesên ji Siwêdayê kuştine ku yek ji wan jin e. Li gorî SOHR'ê hijmara şêniyên durzî ku di bûyerên Siwêdayê de hatine kuştin gihştiye hezar û 583 kesan.
 
Li gorî statîstîkên SOHR'ê ji 13'yê Tîrmehê heta niha, di encama bûyerên li Siwêdayê de 2 hezar û 38 kes hatine kuştin.