
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd qedexeya zimanê Kurdî şermezar kir
- 14:24 27 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê ya qedexekirina dersdayîn, amadekirina pirsên îmtîhanan û bersivdana wan bi zimanê Kurdî li zanîngeh û enstîtuyên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê bi tundî rexne kir û got ev êrişeke li dij nasnameya Gelê Kurd e.
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê dersdayîn, amadekirina pirsên îmtîhanan û bersivdana wan bi zimanê Kurdî li zanîngeh û enstîtuyên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê qedexe kir. Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê daxuyaniya nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em bang li saziyên dewletê û aliyên pêwendîdar dikin ku rêzê li mafên zimanî yên gelê Kurd bigirin û di vê çarçoveyê de gavên erênî biavêjin, da ku zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bi azadî bê bikaranîn."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em, wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd yên Bakur, biryara Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê ya qedexekirina dersdayîn, amadekirina pirsên îmtîhanan û bersivdana wan bi zimanê Kurdî li zanîngeh û enstîtuyên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê bi tundî rexne dikin. Ev biryar êrîşeke eşkere bû li ser nasname, çand û mafên zimanî yên gelê Kurd, ku li dijî Makezagonên Iraqê, bi taybetî madeya 4’an, ku zimanê Kurdî û Erebî wekî zimanên fermî yên welat nas dike, derketibû. Zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew nasname, dîrok û hebûna me ye. Qedexekirina wê tê wateya înkara çanda me û binpêkirina mafên me yên rewa.
Lê belê, bi saya bertekên xurt ên gelê Kurd, aliyên siyasî, civakî û navneteweyî, ev biryara neheq hate betalkirin. Em vê betalkirinê wekî gaveke girîng a ji bo parastina mafên zimanî yên gelê Kurd dibînin û spasiyê li hemû kes û aliyên ku di vê têkoşînê de piştgirî dan û bertek nîşan dan dikin.
Em hêvî dikin ku di pêşerojê de biryarên bi vî rengî, ku zimanê Kurdî dikin mijara nîqaşan, neyên girtin û mafên zimanî yên gelê Kurd bi awayekî tam bêne parastin. Em, wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd yên Bakur, careke din dubare dikin ku em ê her tim li dijî her cure êrîşên li ser ziman, çand û nasnameya Kurdî têbikoşin û parastina zimanê Kurdî di her qadê de bidomînin. Zimanê me rûmeta me ye, û em ê bi hemû hêza xwe wê biparêzin.
Em bang li saziyên dewletê û aliyên pêwendîdar dikin ku rêzê li mafên zimanî yên gelê Kurd bigirin û di vê çarçoveyê de gavên erênî biavêjin, da ku zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bi azadî bê bikaranîn."