
Gumanbar ji hev fêr dibin, mirinên biguman ên jinan zêde dibin
- 09:04 27 Tîrmeh 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Femînîst aktîvîst Esra Akin diyar kir ku piştî feshkirina Peymana Stenbolê qetilkirinên jinan zêde bûne, bi taybet di mirinên biguman ên jinan de gumanbar ji hev tiştan fêr dibin. Esra Akin diyar kir ku divê jin bi rêxistin û yekbûyî têbikoşin.
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Piştî Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan sal bi sal zêdetir bû. Li gorî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di 6 mehên ewil ên 2025’an de 136 jin hatin qetilkirin, 145 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Nûnera platformê ya Îzmîrê Esra Akin got gumanbar ji hev tiştan fêr dikin, polîtîkayên li hember jinan pêşî li van qetilkirinan nagirin.
‘Piştî feshkirina peymanê zêde bûn’
Esra Akin wiha got: “Ji 2021’ê şûnde ku peyman hat feshkirin qetilkirinên jinan zêde bûn. Mirinên bi guman zêde bûn. Gumanbar ji hev û ji çîrokên wisa ji hev tiştan fêr dibin. Li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tê. Efû tên derxistin, ji tehrîka bê maf, rewşa baş ceza tên daxistin. Cezayên giran nayên dayîn. Xeta komeleyê 24 saetan vekiriye. Serlêdan çavkaniyên daneyên esas ava dike. Ji bilî vê bûyerên ku qet nayên dîtinê hene. Qetilkirinên nayên dîtinê hene. Bi taybet mirinên biguman zêde bûne. Dibêjin ji şaneşînê ketiye. Wek ku jin dixwazin ji şaneşînê de bikevin. Dema lêpirsînek bi bandor tê kirin gumanbar ji malê derdikeve. Di vir de bandora polîtîkaya bêcezahiştinê gelek mezin e.”
‘Divê mirinên bi guman bên lêkolînkirin’
Esra Akin diyar kri ku divê mirinên biguman yên jinan bên lêkolînkirin û got ew li dijî vê têkoşîna xwe didomînin. Esra Akin wiha dirêjî dayê: “Divê ketinên ji şaneşînan de bên lêkolînikrin. Ev çîrok pir dişibin hev. Em nav bi nav dane bi dane qeyd dikin. Em raporên mehane, 6 mehan carê û salene amade dikin. Em bi van raporan derdixin holê ku jin bi çi hincetî tên qetilkirin, ji aliyê kê ve tên qetilkirin. Ji sedî 65’ê jinan li malên xwe tên qetilkirin û di vê rewşê de 10 salên dawî sala malbatê hat îlankirin.”
‘Her pakêta dertê dibe sedema jiyana jinan’
Esra Akin daxuyakirin ku heta ku zexta rayagiştî tunebe encamek nayê girtin û got ji ber vê hemû kesên serlêdanê dikin piştgiriya çapemeniyê dixwazin. Esra Akin balkişand ser pakêtên darazê yên tên derxistin û got ev pakêtên tên derxistin gumanbaran efû dike û dibe sedema jiyana jinan. Esra Akin ev tişt bi lêv kir: “Divê civak li dijî qetilkirinên jinan bê deng nemînin. Divê qetilkirinên jinan ne di rûpela sêyemîn de di rûpela sereke de bibe rojev. Divê zimanê perwerdehî û çapemeniyê di alî wekheviya zayenda civakî de bê guhertin.”
‘Divê rêxistinbûn û bi hev re têkoşîn hebe’
Esra Akin di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê polîtîkayên malbatê esas digirin bên guhertin , divê jin hepsê malê neyên kirin û wiha dawî lê anî:"Em daneyan kom dikin û ji civakê re radigihînin. Yekane çare rêxistinbûn e û bi hev re têkoşîn e, bilindkirina deng e."
Rapora 6 mehan a tundiyê ya sala 2025’an a Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin li ser vê lînkê ye: