Jinan di Mihrîcana Mûnzûrê rojev nîqaş kirin
- 19:59 26 Tîrmeh 2025
- Rojane
DÊRSÎM - Di panela “Jin Rojavê Nîqaş Dikin” de ku di çarçoveya Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de hat lidarxistin, ji polîtîkayên malbatê heta keda jinê, ji civaka demokratîk heta birêxistinbûnê gelek mijar hatin nirxandin.
Di roja sêyemîn a Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de ku îsal cara 23’emîn tê lidarxistin, panela bi sernavê “Jin Rojavê Nîqaş Dikin” li Kolana Hunerê hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji aliyê Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku erka we hate desteserkirin ve hate kirin. Di nava axaftvanan de çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, nûnera Meclîsa Jinê ya DEDEF’ê Gamze Yentur, endama EMEP’ê Sema Barbaros û Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara cih girtin.
Polîtîkayên ‘sala malbatê’ hatin rexnekirin’
Di panelê de pêşî Tanya Kara mafê axaftinê girt û di axaftina xwe ya bi ser navê “Sala malbatê ya rejîma baviksalarî û berê têkoşîna jinê” de destnîşan kir ku polîtîkayên malbatê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê planeke dorpêçkirinê ya jinan hede digire ye.
Têkoşîna rêxistinkirî hêza me ya herî mezine
Sema Barbaros diyar kir ku têgeha malbatê veguherandine amûrekeke ku xizmetê ji sermayeyê re bike. Sema Barbaros diyar kir ku têkoşîna birêxistinkirî ji her demê girîngtir e û wiha got: “Desthilatdarî bi rêxistinkirî tevdigere, divê em jî wekî gel, jin, kedkar werin gel hev û xeta berxwedanê ava bikin. Em aştî û wekheviyê tenê dikarin bi hev re biparêzin.”
Gamze Yentur di pêşkêşiya xwe ya bi ser navê “Mafên jinan” de destnîşan kir ku avaniya malbatê bûye amûrê bingehîn a îdeolojîk a dewletê.
Yekane riya civaka demokratîk birêxistinbûne
Ayla Akat Ata jî di axaftina xwe ya bi ser navê “Avakirina civaka demokratîk û rola jinan” de destnîşan kir ku bingeha têkoşîna wan a bi salan, berxwedana birêxistinkirî ya gel e.Ayla Akat Ata diyar kir ku ew tevî zextên li ser pergala hevserokatiyê jî bi israr rêbaza demokratîk diparêzin û wiha got: “Yekane çareserî birêxistinbûn e.”
Panel piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû. Nêrînên beşdaran li ser girîngiya têkoşîna jinê ya hevpar û pêwîstiya piştevaniyê yek bû.
Mîhrîcan sibê wê bi çalakî û bernameyên cuda dewam bike.