
Jinên Wanî: Em aştî û niyeta baş dixwazin
- 09:02 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz - Memîhan Zeydan
WAN-Jinên Wanî der barê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye de axivîn û gotin merasîma di 11’ê Tîrmehê de hatiye kirin gavek girîng e û divê êdî dewlet gavê bavêje.
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geşedanên girîng hatin jiyîn. Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de banga duyemîn a bi vîdeo şand û piştî vê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 kesî pêk dihat, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê bi merasîmekê çek şewitandin. Jinên Wanî der barê mijarê de axivî û gotin: “Gelê Kurd bedelên giran dan. Li hember van bedelan em dixwazin aştiyê û niyeta baş bibînin."
Çek ji bo aştiyê hatin şewitandin
Şukran Aslan destnîşan kir ku heta îro gelê Kurd hatiye qetilkirin, girtin û got: “Em gelê Kurd aştiyê dixwazin. Bila dayik negirîn. Êdî bes e. Rêber Apo her tiştî baş dizane. Bila îxanetê pêvajoyê nekin. Ji bo çareseriyê çek hatin şewitandin. Dewlet îxanetê li pêvajoyê bike wê her tişt xera bibe. Bila êdî aştî pêk bê. Bila mafê Kurdan bidinê."
‘Em aştî û niyeta baş dixwazin’
Saîme Ozdemîr jî wiha bi lêv kir: “Wek dayikekê, aştiyê diwazim. Hêviya me ev e ku pêvajo baş bimeşe. Ev pêvajo baş e lê hîna yên girtîne hene. Siyasetmedar girtîne. Em dixwazin ew derkevin. Kurdan bedelên mezin dan. Beramberê vê divê aştî û niyeta baş be.”
‘Divê girtî bên berdan’
Hanim Keve jî nêrînên xwe anî ziman û wiha bi lêv kir: “Aştî ji bo her du aliyan pêwist e. Em ji ber pêvajoyê kêfxweş in. Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîmek dîrokî pêk anîn. Çek şewitandin. Me jî temaşe kir. Hêvîdar im encama wê baş be. Em dixwazin dewlet tiştekî bike. Em gelek tişt jiyan. Em aştiyê dixwazin.”
‘Merasîma PKK’ê gavek girîng e’
Jina bi navê Hanîfe Zîrek da zanîn ku armanca wan pêkhatina aştiyê ye û ev tişt vegot: “Em aştiyê dixwazin. Merasîma PKK’ê gavek girîng bû. Em Kurd û Tirk wek hev in. Em xwişk û bira ne. Ez AKP’yî me lê ji ber vê pêvajoyê pir kêfxweş bûm.”
Reyhan Adiyaman jî ev nirxandin kir: “Divê dewlet gavê bavêje. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê gavek xweş bê avêtin. Me jî ev êş jiya. Bêyî sûc hatin girtin. Aştî pêk bê em ê kêfxweş bin.”
‘Aştî ji bo her kesî baş e’
Ayfer Camuşcu balkişand ser aştiyê û bi gotinên ‘aştî ji bo her kesî baş e’ axaftina xwe domand: “Hêviya me ev e ku pêvajo erênî encam bibe. Bila aştî pêk bê, kes nemire. Xwîn nerêje. Çima em aştiyê nexwazin. Hêvîdar im aştî pêk bê.”
Guneş Kahraman jî diyar kir ku divê aştî pêk bê û got: “Pêvajoyê erênî dibînim. Demek dirêj e em aştiyê dipên. Em aştiyê dixwazin. Ji bo welat ya divê pêk bê ev e.”