
Kiryarê destdirijiyê tayînê cihê emeliyatê hat kirin!
- 16:53 21 Tîrmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX – Li gorî agahiyan karmendê paqijiyê K.G ê ku bi îdiayên tacîzê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzreyê derket pêş, tenê çend meh piştî bûyerê li odeya emeliyatê, beşa ku nepeniya nexweşan lê herî hesas e, hatiye tayînkirin.
Hat îdiakirin ku mêrê bi navê K.G ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzreyê ya Şirnexê wekî karmendê paqijiyê dixebite, Bi qasî 6-7 meh berê li beşa zayînê ku lê dixebitî, nexweşeke jin a ku ji ber sedemên ewlehiyê navê wê nayê dayîn destdirêjî kiriye. Li gor îdîayan jina ku rastî destdirêjiyê hatiye piştî bûyerê bi rêveberiya nexweşxaneyê re têkilî daniye û giliya devkî kiriye. Lê ji ber zextên civakî nekariye giliyê fermî yê sûc bike.
Tayînkirina wek xelat
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, piştî ku bûyer ji rêveberiya nexweşxaneyê re hatiye ragihandin, ji bo bûyer mezin nebe û serlêdanê cihên fermî neke cihê kiryar hatiye guhertin. Hate diyarkirin ku kiryar ji beşa zayînê hatiye derxistin û bo yekîneyekê hatiye veguhastin ku tê de têkiliya wî rasterast bi nexweş re tune be.
Lêbelê, kêmtir ji salek piştî bûyerê, derket holê ku du meh berê, ew kes tayînê beşa emeliyatê hatiye kirin.
Dema ku xizmek nexweş ku ji bûyera destdirêjiyê ya berê agahdar bû, heman sûcdar di beşa emeliyatê de dît ku ew ji bo emeliyatê çûbû wir. Bûyer bi vê rengî carekedin dîsa derket holê. Xizmê nexweş rewş ji rêveberiya nexweşxaneyê re ragihand û gotiye ku, “Çawa ev kes dikare ji bo beşa emeliyatê were tayînkirin dema ku ew bi bûyerek wiha ve girêdayî ye?”
Rêbaza ‘bedengkirinê’
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, jinê di heyama ku bûyer qewimî de çend caran pirsgirêk ji rêveberiya nexweşxaneyê re gotiye. Lê belê, li şûna bidawîkirina peymana kar a sûcdar, pêvajo bi guhertina yekîneyê hatiye veşartin. Li gorî kesên derdorê, ev gav rêbazek bû ji bo “bêdengkirina” jinê da ku ew gilî neke.
Hat zanîn ku xebatkarên tenduristiyê û hin karmend ji bo ji kar dûrxistina kiryar, gelek caran bi rêveberiya nexweşxaneyê re hevdîtin kirine. Lêbelê, rêveberiyê van daxwazan bi hinceta “giliyek fermî tuneye” red kiriye. Ji ber heman sedemê, tayînkirina kiryar ku di demên berê de îdiayên ewqas cidî li dijî wî hene, ji bo beşa emeliyatê ku yek ji deverên herî nepenî ye, di raya giştî de wekî “tayîneke ku dişibiya xelatekê” hate şîrovekirin