Jamile Karimi: Banga PJAK'ê bangeke alternatîf e

  • 09:04 8 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
Derya Ren
 
RIHA – Endama KJAR'ê Jamile Karimi banga PJAK'ê ya li dijî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de nirxand û got, "Bangên PJAK'ê banga sîstemeke alternatîf e. Divê me piştigiriyê bidin serhildana 'Jin jiyan azadî' ya ku bi pêşengiya jinan dest pê kir." 
 
Her çiqas şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi her serdemekê re diguherin û dibin aliyekî cuda, lê bi şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezayê gihîştiye qonaxekê. Bi kaosa ku hatiye jiyîn re, projeyên hêzên emperyal ên ji bo ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn careke din derketin holê. Piştî ku rejîma Baasê bi piştgiriya hêzên hegemonîk ji aliyê Tehrîr El Şam (HTŞ) ve hate hilweşandin, li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyeyê, sînyalên guhertinê dest pê kirin. Di vê pêvajoya ku bi hev re pêş ket de, di 13ê Hezîranê de şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kir. Her çend şerê ku dest pê kir di demek kurt de bi agirbestê bi dawî bû jî, şer bi hemû rastiya xwe li holê dimîne. 
 
Di cih de piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bang li gelê Rojhilat û Îranê kir ku xwe birêxistin bikin û xwerêveberiyê ava bikin û got, "Têkoşîna demokratîk a gel û şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' wê azadiyê bîne Îranê." Hate diyarkirin ku ev bang berdewamiya serhildana "jin jiyan azadî" ya gelê Rojhilat û Îranê ye û pêdiviya gel a ji bo parastina xwe careke din derket holê.
 
Jamile Karimi, endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), derbarê banga PJAK'ê de ji JINNEWS re nirxandin kir.
 
Dabeşkirina Kurdistanê
 
Jamile Karimi diyar kir ku şerên sedsalên dawî li Rojhilata Navîn berdewam dikin û got, "Sîstemek heye ku hebûna xwe bi sermayeyê didomîne. Û ev sîstem cûdahî, xweza û baweriyan li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Di heman demê de, ew dixwazin tevahiya Rojhilata Navîn îstismar bikin. Bi sedsalan e hewl tê dayîn ku axa Kurdistanê bi pratîk û polîtîkayên cûda were dabeş kirin. Hewl tê dayîn ku Kurdistan bibe navenda hemû şeran. Heta Peymana San-Picot  û Peymana Lozanê jî rewşa heyî eşkere dikin. Bi van peymanên heyî hewl dan ku Kurdistanê di navbera dewletên neteweyî de parve bikin. Ev dewleta neteweyî hewl dide ku bi polîtîkayên cûda li gorî berjewendiyên xwe hebûna xwe li ser axa Kurdistanê bidomîne."
 
'Berxwedana azadiyê ye'
 
Jamile Karimi, şerê li Xezeyê bi bîr xist û bal kişand ser wê rastiyê ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, bi taybetî li Xezeyê, bi hev ve girêdayî ye. Jamile Karimi tekez kir ku hikûmeta Îsraîlê rastgirekî tundrew e û Peymana Îbrahîm a ku di 12'ê Tebaxa 2020'î de di navbera Îsraîl û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî de hatiye îmzekirin bi bîr xist. Jamile Karimi got, "Îran li dijî vê peymanê derket. Lêbelê, em nikarin vê helwesta Îranê bi awayekî erênî binirxînin. Ji ber ku di 45 salên dawî de, hikûmeta Îranê siyasetek êrîş û zilmê ya pir cidî li dijî gelên ku li welêt dijîn pêş xistiye. Kesên ku li hember zilmê li ber xwe dan, avêtin zindanê. Berxwedana ku niha li Îran û Rojhilat tê dayîn ne aliyekî Îsraîlê ye û ne jî yê hikûmeta Îranê ye. Berxwedana gel berxwedana azadiyê ye."
 
Berxwedana gel
 
Jamile Karimi behsa zilm û zordariya hikûmeta Îranê ya li ser gel kir û destnîşan kir ku hikûmeta Îranê hîn jî darvekirinan pêk tîne. Jamile Karimi got, "Berxwedana gel li Îranê bi serhildana 'jin jiyan azadi' tacîdar bû. Siyasetên zordar ên hikûmeta Îranê li ser gel eşkere ne. Îran her gav li Rojhilata Navîn wekî cihekî cuda hatiye hesibandin. Ji ber ku ew cihek bûye ku di seranserê dîrokê de berxwedan û împaratoriyên mezin lê hatine avakirin."
 
'Xweparastin pêwîst e'
 
Jamile Karimi behsa berxwedana girtiyên jin ên li zindanên Îranê kir û wiha domand: "Gelek jin, di serî de Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Zeynep Celaliyan, cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Ji bo ku em rewşa li Îranê binirxînin, divê em pêşî rewşa zindanên li wir binirxînin. Rewşa Îranê her roj xirabtir dibe. Darvekirin, komkujî û esîrgirtin her roj diguherin aliyekî cuda. ??Lêbelê, li dijî vê yekê, PJAK û KJAR bi gelê ku li wir li ber xwe dide re, disekinin. Wekî li deverên din, Kurd bi avakirina rêxistina xwe li Rojhilatê li kêleka gel li ber xwe didin. Gel hewceyê xweparastinê û avakirina rêxistina xwe ye. Dema ku ew vê yekê bi dest bixin, dê gavên mezin werin avêtin."
 
'Banga ji bo sîstemek alternatîf e'
 
Jamile Karimi diyar kir ku serhildana "Jin jiyan azadî" hiştiye ku gelên Rojhilat û Îranê hêza xwe ya berxwedanê li Rojhilata Navîn dîsa pêş bixin û got, "PJAK'ê bangek li gel kir. Derfetek heye ku gel azad bibe. Li Îranê ne tenê Faris hene, lê di heman demê de Kurd, Azerî, Ereb, Tirkmen û gelên din jî hene. Zîhniyeta monîst a Îranê nikare bersiva van gelan bide. Ji ber vê yekê hewcedariya konferansîzma demokratîk derbasdar e. Bangê ku ji aliyê PJAK'ê ve hatiye kirin, bangek ji bo sîstemek alternatîf e. Û ew di rewşek gihîştî de ye."
 
'Ew ê jiyanek demokratîk û azad ava bike'
 
Jamile Karimi banga PJAK'ê û banga vê yekê ji gelê Rojhilat û Îranê re bi bîr xist û di dawiyê de ev tişt got: "Divê gelê Rojhilat û Îranê, bi taybetî gelê Kurd, bizanin ku Îsraîl ne alternatîfek e û aştiyê nayne. Rejîma Îranê jî wisa ye. Rejîma Îranê ji bilî anîna krîz û kaosê tiştekî din nake. Divê gel li dijî vê yekê xwe birêxistin bike. Divê piştgiriyê bide serhildana 'jin jiyan azadî' ku ji hêla jinan ve hatiye destpêkirin. Em bawer dikin ku jiyanek demokratîk û azad dê were avakirin. Hemû gelê Rojhilat dê xwedî yek deng bin û ji bo jiyanek azad hewl bidin."