
Aktivîsta kurd hat binçavkirin
- 13:18 11 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalavkanek Kurd a xelkê Sineyê, ji ber ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibû, hatiye binçavkirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku duh çalakvana Kurd a bi navê Soma Mihemed Rezayî ya xelkê Sineyê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hate binçavkirin û birin girtîgeha Sineyê.
Li gorî heman çavkaniyê hêzên îstîxbaratê bi ser dukana Soma de girtine û binçav kirine.
Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji ber ku Soma tevlî merasîma 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li bajarê Sineyê bibû, hatiye binçavkirin.