Aktivîsta kurd hat binçavkirin 2025-03-11 13:18:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalavkanek Kurd a xelkê Sineyê, ji ber ku tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibû, hatiye binçavkirin.   Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku duh çalakvana Kurd a bi navê Soma Mihemed Rezayî ya xelkê Sineyê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hate binçavkirin û birin girtîgeha Sineyê.   Li gorî heman çavkaniyê hêzên îstîxbaratê bi ser dukana Soma de girtine û binçav kirine.   Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji ber ku Soma tevlî merasîma 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li bajarê Sineyê bibû, hatiye binçavkirin.