Ji bo çalakiya Leyla Guven banga piştgiriyê

  • 09:06 27 Mijdar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama PM’a HDP’ê Berna Çelîk bi lêv kir ku çalakiya Leyla Guven der barê bidawîkirina tecrîdê, bidawîkirina kaosa ku Tirkiye tê de ye. Bernayê bang li hemû civak û rêxistinên demokratîk kir ku xwedî li çalakiyê derkevin û ji bo siberojên xweşiktir divê her kes destê xwe bike bin kevir.
 
Endama PM’a HDP’ê Berna Çelîk diyar kir ku divê piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven berfirehtir bibe û kaosa tê jiyîn bi destpêkirina pêvajoya muzakereyê, dikare bi dawî bibe.
 
Greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê daye destpêkirin di roja 20’emîn de ye. Endama PM’a HDP’ê banga mezinkirina piştgiriya çalakiya Leylayê kir. 
 
‘Divê xwedî li çalakiyê bê derketin’
 
Bernayê bi lêv kir ku çalakiya Leyla Guven derbarê bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bidawîkirina kaosa ku Tirkiye tê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû rêxistinên demokratîk û civak xwedî li çalakiyê derkevin.Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di esasê de li ser hemû gelên Tirkiye û gelê Kurd in. Biryara der barê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên din de hatiye girtin di esasê de ji ber girtina riyên siyaseta demokratîk pêk hatiye. Ger riyên siyaseta demokratîk vekiriba, wê îro hemû parlamenter, hevşaredarên me xebatên xwe li qadên xwe bimeşanda.”
 
Bernayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di çarçoveya paradîgmaya Abdullah Ocalan de îro gelên Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe têdikoşin û wiha dawî lê anî: “Di pêvajoya aştî û muzakereyê de yên maseyê diqulipînin em dizanin. Yê ji bo aştiyê hewldanên mezin dide Birêz Ocalan e. Birêz Leyla Guven jî bi vê hişmendiyê çalakî da destpêkirn. Ji bo paşerojên xweşik divê em hemû destê xwe bikin bin kevir.”