Li Wanê jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê belavok belav kirin

  • 14:16 24 Mijdar 2018
  • Rojane
WAN - Platforma Jinan a Aktamarayê  bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Naveneteweyî  de belavok li jinan belav kirin.
 
Platforma Jinan a Aktamarayê  bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Naveneteweyî  de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li jinan belavok belav kirin. Jinên ku di nav wan de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hebûn ku li Beşyolê hatin gel hev  belavokên bi nivîsa "Bijî hevkariya jinê" belav kirin.