2'emîn Konfransa Meclisa Edaleta Jinê bi biryarên girîng hat bi dawîkrin
- 10:17 17 Mijdar 2018
- Rojane
QAMIŞLO- 2'emin Konfransa Meclisa Edaleta Jinê ya ku bi dirûşma "Jin afrînera edaletê ye, misogerkirin û bilindkirina wê erkê jinê ye " bi biryarên girîng hat bi dawîkrin.
2'emin Konfransa Meclisa Edaleta Jinê ya ku li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo bi dirûşmey "Jin afrînera edaletê ye, misogerkirin û bilindkirina wê erkê jinê ye " bi tevlîbûna 350 delegeyên ji herêma cizîrê pêk hatibû bi biryarên girîng hat bi dawîkirin.
Di Kongreya Edaleta Jin de rapora 2 salan het xwendin, nîqaş li ser hatin kirin kêm û kurtasî hatin nirxandin û rexnedayîn hat dayîn. Di nava nîqaşên jinan de bal hat kişandin ser qanûnên ku mafên jin li dijî tundiyê diparêze. Herwiha di konferansyê de pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin û rêbazên çareseriyê jî hatin pêşxistin ku dive jin bi yek nêrînî bi yek destî li kêleka jin be û di qadên edaletê de dengê jinê bilind bikin û mafê wê bidest bixin.
Piştî nîqaşan metnê li ser pergala hundirîn a edaleta jinê hat xwendin, nîqaş li ser hatin kirin û konfrans bi biryarên girîng hat bidawîkirin.
Hin biryarên girîng ku di konferansê de hatin girtin wiha ne:
"*Damezrandina Meclisa Edaleta Jinê li tevakî bakur û rojhilatê Sûriyeyê,
* Dewreyên Perwerdeyên teyibet yên xweser ji endamên jin yên Meclisa Edaletê ku li saziyên wê û ji desteyên wê re werin vekirin.
*pêşkêşkiirna pergala hundirîn a Meclisa Edaleta Jinê li ser tevahî meclisên jin yên edaletê û girtina nêrînên wan ku piştî 3 mihan civîn ji wan re were çêkirin û pêşinyarên wan di derbarê pergalê de werin girtin."
Konfrans bi dirûşmên" Bijî Serok Apo ,jin jiyan azadî" hat bi dawîkirin.








