KCD: Biryara Walatiya Amedê dijdemokratîk e
- 15:56 16 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - KCD’ê diyar kir ku çalakiya greva bîrçîbûnê ya Hevseroka wan Leyla Guven di roja 10’an de berdewam dike û got: “Biryara qedekirina Walîtiya Amedê, pêkanînek dij demokratîke û em vê biryarê şermezar dikin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê biryara qedexeya çalakiyan a 15 rojan a Walîtiya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.
KCD’ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku çalakiya greva bîrçîbûnê ya bê dem a Hevseroka wan Leyela Guven a bi armanca şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pêkirin di roja 10’emîn de berdewam dike.
KCD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Biryara Walîtiya Amedê li dijî bikaranîna mafên demokratîk, qanûn û kiryareke antî demokratîk e. Çalakiya Leyla a mafdar û rewa dest pê kirî, êdî bûye malê civaka neteweyî û navneteweyî. Hevseroka me Leyla Guven bi rêya greva birçîbûnê bang li wijdanê civaka neteweyî û navneteweyî kiriye. Em pê bawer in ku raya giştî ya demokratîk wê bersiveke xurt bide vî dengî û wê daxwazên Hevseroka me Leyla Guven weke daxwazên xwe bi dengekî bilind bîne ziman."








