Çalakiya Leyla Guven di roja 9’emîn de ye
- 09:13 16 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Çalakiya Leyla Guven ket roja 9’emîn û jinên Amedê yên piştgirî dan çalakiyê wiha gotin: “Leylayê carek din nîşanî dijmin daye ku jina Kurd xwedî îradeyek çawa ye. Bila nebêje ez tenê me. Têkoşîna me mezin e. Bêguman em ê qezenc bikin.”
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 31’ê Çileyê de hat girtin bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto bike di 8’ê Mijdarê de greva birçîbûnê da destpêkirin û greva wê di roja 9’emîn de ye.
Piştgiriya ji bo çalakiya Leylayê berdewam dike. Jinên Amedê jî piştgiriya xwe anîn ziman. Fatma Sîmbag îradeya Leylayê nîşan daye pîroz kir û got li dijî zilmê ji bilî berxwedanê rê tune ye û wiha got: “Divê her Kurd li dijî tecrîdê têbikoşe. Leyla keça me ye. Em serbilind kirin. Leylayê carek din nîşanî dijmin da ku jinên Kurd xwedî îradeyek çawa ne. Em li cem Leylayê ne. Hewce bike em ê hemû bikevin grevê.”
‘Leyla îradeya jinên Kurd temsîl dike’
Remziye Sarili jî destnîşan kir ku Leyla daxwazek mafdar kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her Kurdên xwedî rûmet divê li cem Leylayê cih bigire. Leyla îradeya jinên Kurd temsîl dike. Em hemû Leyla ne. Bila Leyla nebêje ez tenê me. Em hemû li cem wê ne. Bêguman em ê qezenc bikin.”
'Em wek jinên Kurd li cem Leylayê ne'
Asiye Şîmşek jî ev tişt anî ziman: “Ger li Tirkiyeyê edalet û hiqûq hebûna wê niha Leyla ne li girtîgehê bûna. Divê Leyla niha di nav gel de bûna. Em jin tu car neheqiyê qebûl nakin. Em wek jinên Kurd li cem Leylayê ne.”








