Têkoşer Bêrîtan li Serêkaniyê hat bîranîn
- 09:15 26 Cotmeh 2018
- Rojane
HESEKÊ - Bi civîneke berfireh rêxistina Kongreya Star têkoşer Bêrîtan di salvegera 26`an de bi bîr anî.
Civîna bîranîna Têkoşer Bêrîtan li navenda Çand û Hûnerê ya Bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê hate lidarxistin. Di civînê de hemû pêkhateyên bajarê Serêkaniyê, endamên saziyên sivîl amade bûn. Cihê civînê bi wêneyên pakrewanan, posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hat xemilandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin belgefilmek di derbarê jiyana têkoşer Bêrîtan de hat temaşekirin.
Pîştî axaftinan bi zimanê kurdî ji aliyê rêveberiya TEV-DEM`ê ya başûrê sûrî Zeyneb Hebeş axivî: "Di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Di şexsê heval Bêrîtan de em hemû şehîdan bi bîr tînin, beriya 26 salan di rojeke wekê îro de çalakiya şehîd Bêrîtan hat lidarxisitin. Di nav tevgera azadiyê de heft heyv jiya. Şehîd Bêrîtan xwedî kesayeteke milîtan û şoreşger bû. Em bi hezaran jin niha bi saya wê xwe bi rêxistin dikin."
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Bêrîtan yekem jin bû ku li hemberî zihnîyetek paşverû şer kir. Bêrîtanê di sala 1992`an de şehîd bû û ji hemû cîhanê re îsbat kir ku jina Kurd dikare ji aliyê siyasî û leşkerî ve têbikoşe. Bi vî awayî jî Bêrîtan mora xwe li dîroka têkoşîn û azadiyê xist."
Piştre ji bo şehîd Bêrîtan helaw hat belavkirin. Helaw li beşdarvanan hat belavkirin.
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.








