Li Şehbayê ji ber kêmbûna dermanan zarok jiyana xwe ji dest didin!
- 09:04 26 Cotmeh 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Piştî ku gelê herêma Efrînê ji neçarî koçberî Kantona Şehbayê bûn ji ber kêm derfetiyên pêdiviyên jiyanî û bi tayîbet kêmbûna dermanan rewşa koçberên li Şehbayê roj bi roj dijwartir dibe. Herî dawî zaroka 10 mehî a bi navê Rohe Muhemed li Kampa Serdemê jiyana xwe ji dest da.
Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê gelên li Efrînê piştî berxwedaneke bê hempa ji ber topebaranê koçî Kantona Şehbayê kiribûn û li wê di kampande hatin bicihkirin. Welatiyên ku di kampan de hatin bicihkirin, bi gelek pêdiviyên jiyanî û bi taybetî ji bi hatina zivistanê re ji ber kêmbûna derman û alavên tendirûstiyê bi xetereyek mezin re rûbirû ne. Herî dawî zaroka 10 mehî ya bi navê Rohe Muhemed li Kampa Serdemê ji ber kêmbûna dermanan jiyana xwe ji dest da.
'Zaroka min jiyana xwe ji dest d'
Zaroka bi navê Rohe Muhemed bi temenê 10 mehî ya ku ji berî mehekê bi nexweşiya Iltîhaba kezebê ketibû û ew nexweşî di hemû canê wê de belav bibû di dawiyê de jiyana xwe ji dest da. Derbarê vê mijarê de Dayîka zaroka ku jiyana xwe ji dest da Narîn Muhemed ji Ajnasa me re axivî wiha behsa zehmetiya ku di nexweşiya zaroka xwe de dîtiye kir: "Li Efrînê jiyaneke meya aram hebû. Lê piştî êrîşên dewleta tirk ji bo ku zarokên xwe biparêzim ez ji Efrînê derketim û Kantona Şehbayê li Kampa Sedrdemê hatim bicihkirin. Lê li Kantona Şehbayê jî ber kêmderfetiyên şert û mercên jiyanê û ji ber ku derman kêm bû zaroka min jiyana xwe ji dest da."
'Nexweşî belav dibin'
Di berdewamiya axaftina xwe de Narîn wiha got:"Li kampan derfet kêm in, ava nepaqij e û ji ber ku hewa jî sar bûye gelek nexweşî di nav gel bi tayîbet di nav zarokan de belav dibin û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest didin. Yek ji wan zarokan zaroka min e ya bi temenê 10 mehekî, bi nexweşiya Iltîhaba kezebê ket ev meheke ez dibim nexweşxweneya Avrîn,ew nexweşî di hemû canê wê de bal bû, ez du caran çûm bajarê helebê lê tu çareserî ji nexweşiyê re tune bû. Min gelek zehmetî bi zaroka xwe re kişandin ji ber ku min gelek hewal da ku wê ji nexweşyê xelas bikim. Lê çareserî tune bû her roj laşê wê diwerimî, laşê wê sor dibû. Zaroka min jiyana xwe ji dest da."
Di dawiyê de Narîn anî ziman ku li pêşiya çavên cîhanê zarokên wan ên ku bê sûc û gunhin jiyana xwe ji dest didin, cîhan bêdeng dimîne û banga hestiyariyê kir.








