ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'DAN
- 09:00 26 Cotmeh 2018
- Rojev
*Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014 wekî hemû kurdên êzidî yên li Şengalê şêngiyên gundê Sibayê li gel êrîşên dijwar gundê xwe terikandibûn. Jina bi navê Surî Xelef jî ku ye ji wan kesên şeniyên gundê Sîba ye. Ew jî piştî fermanê cara yekemîn berê xwe dide Sîba. Sîba ji bo wê birîneke ku nayê pêçan û dermankirin e. Dayê Surî beriya ku bigihîje gund dest bi girî dike. Dilê wê ranake bi jan bi keder disote. Di rêwîtîya xwe de pir cara çavên dayê Sûrî kûr diçin û diyare diçe wan demên fermanê. Belkî jî ew kêlîyên ku dema ji Sîba çewa di vê rêkê de bi tirsa mirinê revîyabûn ketîbûn bîra wê.
*Li Reqa gelek malbat ji ber hovitaya DAÎŞ'ê ji xaka xwe koçber bûn û gelek jê jin ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatine revandin. Jina bi navê Nehla Muhemed hovîtiya DAÎŞ'ê ya ku li Reqayê ser jinan hat pêkanîn vegot. BI DÎMEN
*Pitşî ku gelê herêma Efrînê ji neçarî koçberî Kantona Şehbayê bûn ji ber kêm derfetiyên pêdiviyên jiyanî û bi tayîbet kêmbûna dermanan rewşa koçberên li Şehbayê roj bi roj dijwartir dibe. Herî dawî zaroka 10 mehî a bi navê Rohe Muhemed li Kampa Serdemê jiyana xwe ji dest da. DÎMEN HEYE
*Jinên ji herêma Firatê dan diyarkirin ku ew ê têkoşîna bilindtir bikin da ku ew layiqî têkoşîna şehîd Bêrîtan bibin, xewin û xeyalên wê bi cih bînin.” DÎMEN HEYE
*Di qedexeya li Sîlopiyê de li taxa Şehîd Harun di encama bombeya hat avêtin de Fatma Yîgît a 17 salî jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de ku çi hatiye jiyîn de serlêdana sûc hat kirin lê hat hînbûn ev 3 sal in belgeyên têkildarî bûyerê de neşandine dozgeriyê.
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku berpirsê zêdebûna îstîsmara zarokan polîtîkayên AKP’ê ne û got wezareta tenduristiyê ya ji geşedanên li Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman, berpirs e, bi cezakirina çend personelan nikare xwe xilas bike.DÎMEN HEYE
*Mevlude Beşdaş a li girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye û bi giranî nexweş û ji sedî 86 astengdar e, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û daxwaz kir ku bê tahliyekirin. Lê 5 meh şûnde biryara redê dan.
*Parêzer Faîka Denîz têkoşîna li dijî binpêkirina mafan, newekhevî û qanûnên li dijî jinan tên bikaranîn yên li Bakurê Qibrisê nirxand û wiha got: “Wek Tirkiyeyê li Qibris jî hiqûq îdeolojîk e. Di demên dawî de em jî zêde ji netewperestî û muhafazkariyê bi bandor bûn. Me nefret ji qanûnan rakir lê ji mêjiyan ranekir.” BI DÎMEN








