'Em ê heta dawiyê şopdarên berxwedana Bêrîtanê bin'
- 14:26 25 Cotmeh 2018
- Rojane
HESEKÊ - Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di 26'emîn salvegera şehateda xwe de li Hesekê ji aliyê Kongreya Star ve bi civînekê hate bibîranîn
Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di 26'emîn salvegera şehateda xwe de li Hesekê ji aliyê Kongreya Star ve bi civînekê hat bibîranîn. Bi dehan Endem û rêveberên saziyan yên taxa Miftî, Til Hecer Endamên Saziyên Sivîl parastina Asayîş û şervanên YPJ'ê tevlî civîna bîbiranînê bûn . Di civînê de wêneyên Bêrîtanê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin daliqandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê civîn hat destpêkirin. Di civînê de Rêvebera Kongreya Star Helîma Ehmet axivî. Helîmayê da zanîn ku Bêrîtan bi şehadeta xwe ji hemû jinên cîhanê re bû hêz û got ku hêza jina kurd bi berxwedana Bêrîtanê hate ispatkirin.
'Emê heta dawiyê şopdarên berxwedana Bêrîtanê bin'
Helîmayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê heya dawiyê şopdarên têkoşîna Bêrîtanê bin û wiha axivî;" Bêrîtan di sala 1992 'an şehîd bû û hêza jina kurd nîşanî hemû cîhanê da. Bêrîtan bi şehadeta xwe û bi têkoşîna xwe bû sembola jinên azadîxwaz. Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan Şehadeta Bêrîtan wekî rêya têkoşînê û berxwedanê pênase kir. Têkoşer Bêrîtan bi fikir û felsefeya Rêber Apo hêz da tevgera jinên kurd. Em ê heta dawiyê şopdarên berxwedana Bêrîtanê bin."
Civîn bi diruşmên 'Şehîd namirin' bi dawî bû.








