Bêrîtan Hêvî bi fîlmê li ser jiyana wê hat bibîranîn

  • 14:18 25 Cotmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Bi sedan gelê Herêma Feriratê li Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido bi armanca 26'emîn Salvegera şehadeta  Bêrîtan Hêvî, filîmê li ser jiyana wê yê bi navê "Bêrîtan" temaşe kirin û ew bi bîr anîn
 
Bi sedan ji gelê Herêma Firatê yên Kantona Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn û Kobanê li Navenda Çand û Hûnerê YA Baqî Xido bi armanca salvegera 26'emîn a şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî)  civiyan, filîmê li ser jiyana wê yê bi navê  "Bêrîtan" temaşe kirin û ew bi bîr anîn. 
 
Bername bi deqeyek rêzgirtina  ji bo bîranîna hemû Şehîdên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê herêma Firatê Sozdar kobanê Şehîd Bêrîtan bi bîranî û wiha got:" Yên ku em gihandin vê asta berxwedanê Şehîd Bêrîtan û hemû Şehîdên tekoşîna azadiyên e. Dijminê gelê kurd tenê yek nîne. Hevala Bêrîtan di şerê bi îxanetê de şehîd bû. Ev îxanet, hîna jî berdewam dike. Lê îro hemû cîhan şahidê vê yekê ye ku gelekî ku xwe nasbike, wateya jiyana xwe nas bike û bêje ez ê azad bijîm, , serkeftin dibe ya wî gelî û ev gel wê bi ser bikeve. Ji ber ku  bedela azadiyê girane.”
 
Piştî axaftina Sozdar Kobanê sinfizyon hat nîşandan  û filîmê li ser jiyana Bêrîtan hat temeşekirin. Paşê jî bi dirûşmên  "Şehîd Bêrîtina Namir e", " Bê Serok Jiyan Nabe" bername bi dawî bû.