Gulnaz Karataş ji aliyê jinên Şengalê ve hate bibîranîn
- 13:08 25 Cotmeh 2018
- Rojane
ŞENGAL - Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) Di 26'emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê Meclîsa Digurê ya Şengalê ve hate bibîr anîn.
Bi minesebeta salvegera 26'emîn a şahedeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li Şengalê ve ji aliyê Meclîsa Digurê ve hate bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê li ser navê meclisê Bahar Zîlan axivî. Baharê bal kişand ser berxwedana Bêrîtanê û got ku li hemberî dagirkeriyê bersiva herî xurt şopandina riya Bêrîtanê ye.
' Rihê Bêrîtanê hêzê dide me'
Baharê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li hemberî xîyanetê Bêrîtan bû têkoşîn û wiha got:" Di serî de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Îro salvegera şahadeta Berîtan Hêvî ye. Berîtan sembola berxwedanê ye. Di sala 1992'an de li tevahiya Kurdistane pêvçûnên dijwar hebûn. Di şer de kesayetên îxanetkar xwestin vîna gelê kurd bişkînin û gerîlla teslîm bigrin. Lê beramberî wê Berîtanê serî rakir û bersîv da xiyanetê. Pêwîste em van kesan û wan rojên dîrokî ji bîr nekin. Ji ber ku dîroka berxwedanê hêz dide me îro û bersiva herî xurt jî xwedî derketina li bîranîna şehîdan û şopandina xeta wan e.”
'Divê em li hemberî xiyanetê bibin vîna Berîtanan'
Piştre endama Meclîsa Digurê Perîşan Şemo axivî. Perîşanê diyar kir ku divê jinên kurd li hemberî xiyanetê bibin Bêrîtan û wiha axivî; “Di serî de ez bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê û bîranîna Berîtanê ditewînim. Heval Berîtan xiyaneta ku hatiye kirin qebûl nekir û bi berxwedana ku da xiyanet têk bir. Divê em li dijî xiyanetê bibin Berîtan.
Bîranîn bi dirûşmên ‘Bîjî serok Apo’ û ‘Şehîd namirin ‘ bi dawî bû.








