Kongreya Star: Bêrîtan lehenga berxwedanê ye
- 12:34 25 Cotmeh 2018
- Rojane
KOBANÊ- Rêxistina Kongireya Star bi minasebeta 26'emîn Salvegera şehadeta Gûlnaz Karataş(Bêrîtan Hêvî) bi tevlîbûna bi dehan jinan daxuyanî da çapemeniyê.
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdîstanê bi pêşengiya Kongreya Star û bi tevlîbûna gelê Kantona Girêspî, Eyn Îsa û bi beşdarbûna dehan jinan li qada jina azad bi minasebeta 26'emîn salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star û wêneyên Berîtanê hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Zîlan Îbrahîm ve hate xwendin.
'Bêrîtan li hemberî xîyanetê lehenga berxwedanê ye'
Zîlanê di destpêka axaftina xwe de Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi bîr anî û got ku ew ê bi ruhê Berîtanan têbikoşin û wiha got:" 26'emîn salvegera şehîd Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di kesayeta şehîd Bêrîtan de şehîdên cotmehê û tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîrtînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.Şehîd Bêrîtan ala azadiya jinê bilind kir û berxwedana wê jin ber bi serkeftinê ve birin. Bêrîtan li hemberî teslimiyet û îxanetê lehenga berxwedanê ye. Bi çalakî û kesayeta xwe ji têkoşîna jinan re bû ronahî. Li gel heval Berîtanê li Kurdîstanê tovên berxwedanê şîn bûn. Ev têkoşîn di kesayeta Şehîd Berîtan, Arînan û Avesteyan de berdewam dike."
'Şoreşa Rojava bi rihê şehîd Bêrîtan û berxwedana wê pêş ket'
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê bi pêşengiya têkoşîna Bêrîtanan berxwedana xwe bilind bikin û wiha hat berdewamkirin;" Şoreşa Rojava bi rihê şehîd Bêrîtan û berxwedana wê pêş ket. Em îro weke Kongreya Star sekna heval Bêrîtan ji xwe re mînak digrin. Bi pêşengiya bîrdoziya wê civakê azad dikîn. Bi rihê berxwedana heval Bêrîtan li hemberî tecrîda li ser rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin û dagirkirina Efrînê ji têk bibin. Em bang li tevahiya jinan dikin ku li hemberî desthilatdarî û dagirkeriyê bi rihê Bêrîtanan tebikoşin.
Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî berxwedana Bêrîtan’ û ‘Bijî azadiya jinan’ bi dawî bû.








