Girtîgeha Amedê ya Tîpa E 20 jin hatin sirgûnkirin

  • 10:50 25 Cotmeh 2018
  • Rojane
AMED - Ji girtîgeha Amedê ya Tîpa E  Rojnameger Zehra Dogan jî di nav de  20 jin hatin sirgûnkirin.
 
Li girtîgehan de binpêkirina mafan berdewam dike. Hat zanîn ku ji girtîgeha Amedê ya Tîpa E 20 jin hatin sirgûnkirin. Piştî operasyona ku li navenda wê Amed bû di demên dawîn de hat kirin û kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hejmara jinên li vê girtîgehê derketibû 61 kesî û Hat diyarkirin ku  li gel rojnameger Zehra Dogan 20 jin sirgûnî girtîgeha Tarsusê ya  Tîpa T hatine kirin. Her wiha ji aliyê girtîgehê ve bi tu awayî ji malbat û parêzerên girtiyan re der barê sirgûnkirinê de agahî nehat dayîn. Di nav kesên ku hatine sirgûnkirin de nexweşa girêdayî nivînê Halîme İşikçi û 5 girtiyên ku rewşa wan giran jî hene.
 
Kesên ku hatine sirgûnkirin navê wan wiha ne:Nebahat Şirgen, Sevgî Altinel, Zehra Dogan, Gulten Orak, Hatîce Ay, Sabîha Turan, Sakîne Bozkuş, Maşallah Dag, Halime Işikçi (Nexweşa girêdayî nivînê), Mehtap Yilmaz, Meral Temel, Evîndar Aydin, Bahar Avci, Ayhan Akgul (Nexewşa Talasemiyê) Saadet Ergîn, Ozliyet Filizer, Rukiye Bakiş.