‘Jin li dijî sînoran stratejiyên azadiyê pêş dixînin’

  • 09:11 25 Cotmeh 2018
  • Rojane
STENBOL- Rabîa Demîrcî ya bi mijara ‘Sînor û stratejiyên bikaranîna cih a jinan’ xebatan dimeşîne, balkişand ser bertekên jinan yên li dijî civak û malbatê û got jin li dijî hemû sînoran stratejiya azadiyê pêş dixînin.
 
Xwendekara Beşa Polîtîkayên BAjar û Rêveberiyên Herêmî ya Zanîngeha Marmarayê Rabîa Demîrcî bi mijara ‘Sînor û stratejiyên bikaranîna cih a jinan’ teza xwe qedan û ji JIN NEW’ê re nirxand. Rabîayê diyar kir ku xebata meşandiye li taxek çîna navîn ya Kagithaneyê derbas bûye û bi jinên avbera temenê 14 û 24’an de mulaket pêk aniye. Rabîayê diyar kir ku bi biryarên malbat û civaka zayendî jin çawa tên sînorkirin , bi awayekî zelal dîtiye û wiha got: “Ez li ser cihên diyarkirî pêşde çûm. Li dibistan, kargerî û dan û standinê û çapemeniya civakî.”
 
‘Hewl didin sînorên malbat xêz dikin derbas bikin’
 
Rabîayê her wiha daxuyakirin ku malbat jinan zêde dişînin dibistanên li taxên wan û got jin jî malbatan bi aayekî îqna dikin û diçin dibistanên derveyê taxê û dema rewş wisa dibe jî neçar dimînin bi serwîsê biçin û bên. Rabîayê got: “Ew jî bi serwîsê jî biçin ji nîvro şûnde nakevin dersê û diçin cihên di dema xwe derbas dibin. Piştre diçin dibistanê û li serwîsan siwar dibin. Bi vî awayî sînorên malbat xêz dikin jî derbas dikin. Tevî hemû neyîniyan jin dixwazin tevlî jiyana kar bibin.”
 
Rabîayê da zanîn ku tevî hemû tiştên neyînî jin li dijî sînoran têdikoşin û ji bo qadên azadiyê stratejiyan pêş dixînin.