'Em di perwerdehiyê de bibin hêza çareseriyê'
- 09:04 25 Cotmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Nûnera Dibistana Nayîf EL-Salim Nadiya Xalid der barê pergala perwerdehiya rejîma Baas'ê de nirxandin kir.
Bi salane li Rojavayê Kurdîstanê Rejîma Baasê bi pergala perwerdehiya lêdan û pişaftinê şagirtan bandorek neyînî li ser wan dike. Têkîldarî pergala perwerdehiya Rejîma BAAS'ê nûnera Dibistana Nayîf El-Salim Nadiya Xalid axivî. Nadiyeyê diyar kir ku pergala perwerdehiyê ya BAAS'ê pêşiya zanistiyê digire û got ku bi lêdanê di hişê şagirtan de exleqên nebaş tên afirandin.
'Bi perwerdehiya lêdanê şagirt dibin xwediyê ehlaqê ne baş'
Nûner Nadiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku rejîma BAAS'ê bi pergala perwerdehiyê ya heyî nivşê nezan diafirîne û wiha axivî;" Tundiya li dijî şagirtan, tundiya li hemberî jiyanê ye. Çiqas mamoste û malbat bi hezkirinê nêzî xwendekaran bibin zarok ewqas pêşketî dibin. Di perwerdeyê de rola malbatê jî gelek girîng e. Hinek şagirt bi tundiyê û lêdanê têne perwerdehîkirin, ev tiştekî xelet e. Heta niha rejîma BAAS'ê bi vî rengî bû. Lê piştî Şoreşa Rojava pergala perwerdeyê hat guhertin. Li gorî Rejîma Baasê xeberdana bi zimanê dayîkê qedexe ye û xwendekarên ku diaxivin tên cezakirin. Lê bi destpêka Rojavayê Kurdîstanê pergala xwendinê hat guhertin. Êdî her şagirtek branşên dixwazin dixwînin. Civak ji vê pergalê razî ye."
'Civata di bin bandora tundiyê de maye şagirtan ji zanistiyê dûr dixe'
Nadiyayê bi lêv kir ku perwerdehiya tundiyê pêşiya pirsgirêkên civakî vedike û wiha got:"Tundiya li dijî şagirtan pirsgirêkên civakî kûr dikin. Divê perwerdehî bi awayekî zanistî û bi hezkirin bê dayîn. Divê pergala perwerdehiyê bi vî awayî bê rûniştandin. Tundî, tundiyê diafirîne. Divê bi hezkirin nêzî şagirtan bibin. Civata di bin bandora tundiyê de dimîne şagirtan ji zanistiyê dûr dixe. Ji bo pêşerojeke ronî pêdivî bi pergaleke nû heye. Di nav sînorên perwerdehiyê de divê tundî tune be. Pêkanînên wekî tundiyê li dijî rêbazên perwerdehiyê ne. Zarok pêşeroja me ne divê em bi vî awayî nêzî wan bibin."
'Em wekî civak dikarin di perwerdehiyê de bibin hêza çareseriyê'
Nadiyeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pirsgirêkên perwerdehiyê bi zanistiya civakî dê bên çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî;" Dema ku şagirt spartekên xwe nenivîse em lê nedin. Em ji wan re bibin hêza çareseriyê. Ji wan re di warê zanistî û hînbûnê de re bibin alîkar. Em ji wan hez bikin û zanistiyê ji wan re bidin hezkirin. Ji xwe şagirtên ku hez nakin bixwînin em bi malbatên wan re hevdîtinan pêk tînin. Em wekî civak dikarin di perwerdehiyê de bibin hêza çareseriyê. Pergala Rojavayê Kurdîstanê pergaleke demokratîk û pirrengî ye. Ez bang li malbatan dikim ku di dibistanan de tundiya li ser xwendekaran qebûl nekin û ji şagirtan re bibin alîkar."








