Meral Daniş ji bo lêkolîna li girtîgehê daxwazname da
- 17:37 24 Cotmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Sertê ji bo ku balê bikşîne ser binpêkirina mafan a li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê dxwazname da Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo ku balê bikşîne ser rewşa girtiyên gîrtîgeha Bakirkoyê a Jinan daxwazname da Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê. Di daxwaznameyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyan a li girtîgehê û hat gotin ku di girtîgehan de qedexeya qadan û qedexekirina revîran heye û her wiha hat diyarkirin ku di dema êrîşên de ku bi ser qawîşan de digirin amûrên girtiyan ên taybet tên desteserkirin û malbatên ku tên hevdîtinê bi saetan tên sekinandin.
Di berdewamiya daxwaznamê de ev tişt hatin gotin:" Wekî hemû girtîgehan li girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan jinên ku bi nexweşiya Tuberkulozê re rûbirû mane tedawiya wan bê encam ma. Divê tedawiya girtiyan nehatibûna bi dawîkirin û ev nêzîkbûna girtîgehê dê pêşî li ziraran veke. Her mirovek mafê wan ê ku tendirûstiya wan bê parastin heye. Divê kesên nexweş ji mafên tendûristiyê bêpar neyên hiştin. Rewşa girtîgeha Bakirkoyê divê bi lez bê lêkolînkirin û tişta pêwist bê kirin."








