'Bi têkoşîna gelan dê tecrîd were bidawîkirin'
- 17:11 24 Cotmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - HPC'ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek dirêj li Girkêlegê heya bajarokê çelaxa li dar xistin.
Hêzên Parastina Civakî (HPC) Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek dirêj li Girkêlegê heya bajarokê çelaxa li dar xistin. Meşê ji qada Azadiyê ya Navçeya Girkêlegê ya Dêrikê dest pê kir heta Bajarokê Çelaxayê dewam kir. Endamên Hêzên Parastina Civakî û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Enama Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bi salane Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta Tirk dixwaze vîna gelê Kurd bide çewsandin û Rêber Apo ji gel qut bike. Ji bo felsefeya azad a Rêber Apo neyê belavkirin, Rêberê me dîl digirin. Lê ew ê bi ser nekevin. Bi têkoşîna gelan dê tecrîd were bidawîkirin."
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.








