Buroya Jinan qetilkirina Reşa Besîs şermezar kir

  • 16:51 24 Cotmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê qetilkirina Reşa Besîs ji hêla birayê xwe yê çete ve şermezar kir.
 
Buroya Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê qetilkirina jina ciwan a bi navê Reşa Besîs şermezar kir ku ji hêla birayê xwe yê çete ve li ber kamerayan li bajarê Cerablusê yê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin. Jinên meclis û rêveberên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ji beriya sedan salan ve jin ji ber kevneşopên civakê û zîhniyeta desthilatdar zehmetiyan dikişînin, ji ber wê pirsgirêk û zilm di nava civakê de zêde bûye, ew dîmenên ku hatin belavkirin ku çawa çeteyê girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê xwişka xwe qaşo bi navê "namûsê" qetil dike, tiştekî ku wijdan qebûl nake û ji mirovahiyê pir dûr e.
 
Daxuyanî wiha didome :"Di dîmenan de diyar dibe ku çawa bira êrîşî xwişka xwe dike û wê bi guleyan qetil dike û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hovane li ser jinên Sûriyeyê pêk tîne.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qaşo bi navê "namûsê" jinan qetil dikin, di civakê de wê heta kengî jin bi navê şeref û namûsê werin qetilkirin û heta kengî dê jin bibin qurbaniyêb urf û adatên civakê yên kevneperest û heta kengî dê komên çekdar bi hovîtî jinan qetil bikin, bikujin û tecawizê lê bikin."
 
Di dawiyê de Buroya Jinan hemû kiryarên hovane li dijî jinan û qetilkirina wan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî kiryarên bi vî awayî bisekinin û hesab ji kujeran were xwestin.