'Bêrîtanê xeta têkoşînê ya bi rûmet e'

  • 16:21 24 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ derbarê 26'emîn salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de daxuyaniya niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Bêrîtanê yek ji jinên têkoşer e ku navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivisandiye. 
 
Derbarê 26'emîn salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî daxuyaniya niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Bêrîtanê xeta têkoşînê ya bi rûmet e. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bêrîtanê çavkaniya hêviya berxwedan û sekneke ku teslîmiyetê qebûl nake bû. Wê li pêy xwe jiyaneke bi wate hişt. Pêwiste ku em wekî jinên Êzidî jinên wekî Bêrîtanê mînak bigirin. Ew bû sembola berxwedan û xeta azadîyê. Li dijî neyaran xwedî vîn û seknek xurt bû. Çawa ku ji bo Rêber Apo çalakiya Bêrîtanê çalakiya rûmetê bû ji bo me jî wiha ye û em ê heta dawî şopdarê rêya wê bin. Soza me ew e ku emê nehêlin hêvî û bendewariyên xiyanetkaran bi ser bikevin. Em ê her di nava têkoşînê de bin."